LI HEFTENÎNÊ Û MÊRDÎNÊ 6 GERÎLA HATIN HINGAFTIN

LI HEFTENÎNÊ Û MÊRDÎNÊ 6 GERÎLA HATIN HINGAFTIN

Di operasyonên dijî Partiya Karkerên Kurdistanê de ku dewleta Tirkiyê di domîne, 2 Gerîla li navçeya Heftenînê ya Başûrê Kurdistanê û Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê hatin hingaftin.

Çavkaniyên Darka Mazî eşkere kirin ku di çarçûvê operasyona bi navê Penc 3 de ewa arteşa Tirkiyê li dijî PKKê li mehên rabûrî dest pê kirî, 2 Gerîla li navçeya Heftenînê hatin hingaftin, wexta ketîne ber êrîşeke balefirên ceng.

Hemwext arteşa Tirkiyê îro operasyon li sînorê Mêrdînê dest pê kirin û di encamê de 4 Gerîla li sînorê navçeya Dêrik ya girêday wê parêzgehê hatin berteref kirin.

Walêtiya Mêrdînê nûçeya berterf kirina wan Gerîlayan pişt rast kir û eşkere kir, hemwexta hingaftina Gerîlayan hejmareke çeper û sitargehên PKKê hatin jinavbirin.

Arteşa Tirkiyê li 27 gulana îsal 2019an operasyona bi navê Penc li dijî PKKê li herêma Başûrê Kurdistanê bi taybet li navçeya Xwakurkî dest pê kir bû, piştre û li 13 tîrmeha heman salê qonaxa duyemî û li 24 tebaxê, qonaxa sêyemîn dest pê kir bû.

Pustên heman beş