Li her yek ji parêzgehên Bidlîsê û Sêrtê yên Bakurê Kurdistanê îro qedexe li 59 gundan hat ragihandin û operasyonên dijî Partiya Karkerên Kurdistanê dest pê kirine.
Li parêzgeha Bidlîsê ya Bakurê Kurdistanê qedexeya çûn û hatinê li 45 gundan hat ragihandin û li parêzgeha Sêrtê jî li 14 gundan qedexeya çûn û hatinê hatiye ragihandin, qedexe bi sedema operasyonên li dijî PKKê hatine ragihandin.
Walêtiya parêzgeha Bidlîsê ragihandiye, ku li 45 gundên ser bi parêzgeha Bidlîsê ve, ji ber operasyonên li dijî Gerîlayên PKKê çûn û hatin hatiye qedexe kirin.
Hemwext eşkere kiriye, bi behaneya ewlekariya welatiyan, ji 17î dîsamberê ji bo 45 gundên ser bi Bidlîsê ve, qedexeya derketina derve destpê kiriye û heta daxuyanyeke din qedexe wê bidome.
Her wiha li parêzgeha Sêrtê jî, bi hemahengiya li gel fermandariya Cendirmeyan, li dijî Gerîlayên PKKê operasyon dest pê kirine.