10 KOLBERÊN ROJHILATÊ KURDISTANÊ DI BERFÊ RE QERISÎN

10 KOLBERÊN ROJHILATÊ KURDISTANÊ DI BERFÊ RE QERISÎN

YEK JI WAN CANÊ XWE WUNDA KIR Û BIRAYÊ WÎ BIRÎNDAR KETIYE

Hejmareke Kolberên Rojhilatê Kurdistanê ketine ber pêleke herî zêde ya berfê, yek ji wan qerisî û canê xwe wunda kir yekê din jî ku birayê wiye, bi sextî birîndar ketiye.

Li gor rêxistina Hengaw ya mafên mirovan, hejmara 10 Kolberên Rojhilatê Kurdistanê, li navçeyên sînorê Hewramanê ketin ber pêleke herî dijwara berf û seqemê û bi sedema wê yekê, Kolberek qerisiye û canê xwe wunda kir, yekê din jî ku birayê wî ye, bi sextî birîndar ketiye.

Çavkaniyan dest nîşan kirine ku duh roja sêşemî 17/12/2019an bi sedema ketina berfa zêde li navçeyên sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, wan Kolberan rêya xwe wunda kir, yek ji wan canê xwe ji destda û birayê wî birîndar ketiye, hem wext çarenivîsa Kolberên din jî ne zelale.

Piştî ku xelkê navçeyê û kes û karên wan Kolberan ji bûyerê haydar dibin, dest bi lêgerînê dikin.

Piştî lêgerîneke berfireh du ji wan Kolberan bi navê “Azad Xusrewî û Ferhad Xusrewî” ku birayên hevin û xelkê gundekê Merîwanê ne, hatine dîtin.

Li gor zanyariyan, “Azad Xusrewî” ji ber sermayê req bûye û canê xwe ji dest daye, lê “Ferhad Xusrewî” bo nexweşxaneyê hatiye veguhastin.

Pustên heman beş