PKKÊ PILANA GERÎLAYAN BO SALA 2020an EŞKERE KIR

PKKÊ PILANA GERÎLAYAN BO SALA 2020Ê EŞKERE KIR

Daxuyaniyên dawiyê yên “Bahoz Erdal” û rastiya wan

Fermandarê biryargeha navendiya parastina gel Dr. Bahoz Erdal, tevlî radyoya dengê wilat bibû û li derbarê qonaxên şerê Gerîla û hem wext pilanên sala 2020an, hinek nirxandin kirin.

 Bahoz Erdal, di nirxandinên xwe de dibêje: “Operasyonên arteşa Tirk bê encam mane, arteşa Tirk tenê dikare propagindan bike, ew jî ji bê encamî ya operasyonên wan, Gerîlayan şopa xwe berze kiriye û ew nikarin Gerîla peyda bikin”.

Li heman demê Bahoz Erdal di gotara xwe de dibêje: “Ji ber ku êdî arteşa Tirk şopa Gerîla peyda nakin, haya wan nîne Gerîla li kuderê ye û diçe kuderê, li ser vane nikarin agahiyan bigrin, arteşa Tirk ya dagîrker ketiye valatiyeke mezin, ev jî bi serketineke mezin ji bo Gerîla tê û gel tê wateya binketina arteşa Tirk”.

Lê belê ev nirxandinên Bahoz Erdal çi qas rastiyê tîne ser ziman?, tiştekê bi gumane, ji ber ku Gerîla li 4 salên dawiyê bê rol maye û digel dubareyekê jiyanê dike, dev jê berde ku Gerîla bikeve êrîşê, bi mixabinî ve neşêt xwe bi parêzit, di ser vê jî re PKKê terzê xwe yê Gerîlatiyê dubare dike, ji bilî ku ji salên 2000an û digel pêşketina teknelojiya şer, êdî derfeta şerê bi Kelaşînkofê li dijî dewletê nemaye û pîşesaziya çekan êdî ji hêza mirovan pitir hêza teknîkî bi kartîne, lê mixabin PKKe vê rastiyê nabîne û li ser hêza berxwedanvaniya ciwanên Kurd heman tiştê xwe dubare dike.

PKKE JI BO AMANCA DEMOKRATÎZE KIRINA TIRKIYÊ, NEPÊWÎSTE DI HER MEHÊ DE BI DEHAN GERÎLAYAN ŞEHÎD BIDIN

Pêwîstî heye ku PKKe du rastiya qebûl bike:

Ya yekem: Êdî çi hukmê şerê Gerîla yê 35 salî nemaye, teknolojiya şer dev jê berdin ku li çiya dewletê bêxe tengaviyê, beranber van êrîşan karîna parastina xwe jî nîne.

Ya duyemîn: Pêwîste PKKe cudatiya di navbera amanc û alavan de bibîne, ji bo amanca demokratîze kirina Tirkiyê, ne pêwîste ku di her mehê de bi dehan Gerîlayan şehîd bidin, PKKe bi vî awayî mafê wê nîne ciwanên Kurd berterf bike.

Heya li ser van herdu xalan PKKe rexnedayînekê bi curet û dirist li xwe neke, ev gotgotkên wê hemû ji asta bangeşê derbas nabe.

 Bahoz Erdal dibêje: “Tu lê dinêrî dijmin ew nuqtên hevalên me pêş 100 salan berî niha yên ji zvistanên mayî wiha dide nîşan dan ku yên niha ne, lê ya rast ewe ku li wan kampan de tenê gilêşê hevalan heye, wî gilêşî di sojin û li ser wê bangeşê diken”, mixabin nirxandinên Bahoz Erdal tenê dê bikarbit ew zirofên miletê Kurd têde dijît bi peçinît.

Îro Efrînê birîndare, îro Serê Kaniyê û Girê Sipî birîndare, heroj gelên wan di mirin, mal û mulkê wan dest di danin ser û jinên wan tecawiz dikin, mixabin ev bangeşeyên Bahoz û hevalên Bahoz dikin, vê birînê derman nakin, li buhara sala 2019an û hirve arteşa Tirk ketiye gelek cihên PKKê yên ku bi navê Herêmên Parastina Mediya.

28 SALAN ÇIYAYÊ ŞEKÎF DI DEST PKKÊ DE BÛ, LÊ NEŞIYA 28 ROJAN BI PARÊZÎT Û DA DEST TIRKIYÊ

PKKe li sala 1991an heya niha ku dema 28 salane çiyayê Şekîf yê xwakurkî di dest deye, neşiya 28 rojan wî çiyayê bi parêzît û ew dever ji bo arteşa Tirkiyê berda, li Efrînê û Serê Kaniyê jî rewş ji vê cuda nîne, di ser wê yekê re ku bi hezaran şehîd hatin dayîn, lê belê encam binketin û roxandineke mezin anî.

Eve bi salane PKKe dibêje gelek cih di dest min dane û kes neşêt bikevîtê, lê diyare ku ev cihe ji dest wan hatine derxistin, li heman demê jî û li gor vê encamê hêjan PKKe rexnedayînan nakin, pêwîst bû ku piştî wan hinde bûyerên dil şewat, PKKê rexne dayîneke rast li derbara xwe de kirba, li şûna ku vê biket, her wek berê bangewaziya berxwedana miletî diket û dibêje: “Ciwan bila tevlî Gerîla bibin”.

PÊWÎSTE ÊDÎ GEL ÎCAZÊ NEDE PKKÊ KU KÊMASIYÊN XWE YÊ SIYASÎ Û LEŞKIRÎ BIXE SER JIYANA XORTÊN KURD

 bi gotineke din, PKKe xebata xwe yê dubare kirî ya 35 salan li ser miletî feriz dike, li vêrê erka esas dikeve ser milê gel, êdî gel pêwîste baweriyê bi van probagindên PKKê ne îne, gelê Kurd li ser Kurdîniya xwe bêy ku te’wîz bide xwe neînît alavekî besît, nasnameya xwe, wilatê xwe, zimanê xwe û çanda xwe û bi giştî nirxên xwe yên neteweyî biparêzît, çi ewladên Kurd ji bo demokratîze kirina Tirkiyê nehên qurbanî kirin, gel pêwîstî bi vê nîne, gelê Kurd pêwîste mirinê normal nebîne, li şûna mirinê pîroz bibîne, pîwîste jiyanê pîroz bike, îcazê nedin PKKê ku kêm û kasiyên xwe yên siyasî û leşkirî li ser jiyana xortên Kurd bixwazin biveşêrin.

Pustên heman beş