YNKÊ KONGIREYA 4AN DESTPÊKIR Û BI HÊVIYE GUHERÎNEKE MEZIN BIKE

YNKÊ KONGIREYA 4AN DESTPÊKIR Û BI HÊVIYE GUHERÎNEKE MEZIN BIKE

Yekêtiya Niştîmanî a Kurdistanê îro kongireya xwe ya 4an girêdide û ev dibe yekem kongireya bê Celal Talebanî tê girêdan.

Îro roja şemî 21/12/2019an Yekîtiya Niştîmanî a Kurdistanê YNKe, li bajarê Silêmaniyê dest bi karên kongireya xwe a 4an kir, lê belê nexweyaye wê kongire çend rojan bidome û çi serkirdeyekê wê partiyê wê bibe sekreterê am.

YNKê îro li demjimêr 10:00 sibê li hola pêşangeha Tasloce a navneteweyî li jêr navê “Kongireya Nûbûnê” dest bi kongireya xwe kir û li gor encam û rewşê wê berdewam be.

Di kongireya 4an de, endamên encûmenên am, serkirdatî, piştre sekreterê am û cêgirê serkreterî wê bihên hilbijartin.

Her çend ku kongireya YNKê dest pê kiriye, lê heya niha nayê zanîn çi kes wê posta serkreterê am wergirît, navê Dr. Berhem Salih ji bo seroktiya YNKê tê gotin, lê belê serkirdeyên YNKê li wê bawerê ne ku li her demê muhtemele rewş bê guherîn û kesekê din bibe sekreterê am.

Alozî û duberekî a di nava balên cuda yên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê de, piştî nexweş ketina Celal Talebanî derketin holê û bi wefata Talebanî baştir û zelal tir xweya kirin, firecemserî, bê biryarî û dijatiya malbata Talebanî ji aliyê balên din ve bi taybet dijatiya Hêro xana xanima mam Celal ji diyar tirîn sîmayên YNKê bûn, niha jî dixwazît bi vê kongireya xwe, hevsengiyeke din ava bike.

Pustên heman beş