“KONGIREYA YNKÊ NEŞER’IYE, POST BERWEXT HATINE PARVEKIRIN”

"KONGIREYA YNKÊ NEŞER'IYE, POST BERWEXT HATINE PARVEKIRIN"

Yekêtiya Niştîmanî ya Kurdistanê, îro û piştî aloziyeke herî dijwar li navbera balên wê de, dest bi kongireya xwe ya 4an kir, lê guman li şer’iyeta kongirey heye, ji ber ku, post bi lhevhatinên berwext hatine dest nîşan kirin.

Yekêtiya Niştîmanî ya Kurdistanê YNKe ku hêvî yên mezin bi kongireya xwe ya 4an hene û dixwaze guherîn û rîformê di tev sazî û organên xwe de bike, lê belê heya îro nekariye alozî yên navbera balên xwe de çareser bike û ew rîfora bang bo kirî ku dê were kirin, mehale û bi xeyal tê hesab kirin.

Feysel Ebas serkirdeyê YNKê ku hem wext parlimenterê wê partiyê ye li parlimena Kurdistanê, li derbara kongireya 4an daxuyan daye û wiha axivî ye: “Kongireya 4an ya YNKê ti şer’iyet nîne, ji ber ku hemû post ber wext bi lihevhatin hatine dest nîşan kirin, di kongirey de tenê wê dengdaneke şeklî bihê kirin”.

Her wiha got: “Ev nekongireye tê li darxistin, lê belê tenê lihevhatineke jêr bi jêr ya li navbera balên cuda yên Yekêtî ya Niştîmanî ye tê tenfîz kirin”.

Berpirsyarê navbûrî yê YNKê ji ber vê sedemê biryar daye ji wê partiyê cuda bibe û ew dibêje: “Ji ber wan helwestên wî, ji wî hat xwestin beşdarî kongirey nebe û cihê xwe ji bo kesekê din vala bike”.

Ji piştî wefata Celal Talebanî, sekreterê am yê Yekêtî ya Niştîmanî, ev ne kadirê berzê yekemê wê partiyê ye biryara cuda bûnê di de, bal û cemserên wê partiyê ku YNKe beş beş kirine, bandoreke mezin kirine û êdî nayê zanîn ev kongire wê balên vê partiyê li bin yek seywanê kom bike, yan jî balên wê dê bihêz tir bike.

Pustên heman beş