Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê îro 3 Gerîlayên din li nav sînorê herêma başûrê Kurdistanê ji dest dan, wexta ku keftine ber êrîşeke balefirên ceng yên arteşa Tirkiyê.
Îro roja şemî 21/12/2019ê balefirên ceng yên arteşa Tirkiyê hereket û navendên Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê li navçeyên Zapê, Heftenînê û Sînatê yên Başûrê Kurdistanê bordoman kirin, bi wê sedemê 3 Gerîla hatin berteref kirin.
Hat ragihandin ku hejmareke Gerîlayan wexta ku amadekariya êrîşa ser xaleke arteşa Tirkiyê di kirin, ketine ber moşekên balefirên ceng û jiyan xwe ji dest dan.
Hêzên Parastina Gel HPGê balê serbazî yên PKKê heya niha agahî li ser ji dest dana 3 Gerîlayên xwe nedane.