KONGIREYA YNKÊ BI YARIYA ŞETRENCÊ DESTPÊKIR

KONGIREYA YNKÊ BI YARIYA ŞETRENCÊ DESTPÊKIR

YNKÊ ENCÛMENA BILIND YA SIYASÎ Û 3 ENDAMÊN ENCÛMENA SERKIRDATIYÊ DEST NÎŞAN KIRIN

Yekêtî ya Niştîmanî ya Kurdistanê, îro kongireya xwe ya 4mîn destpêkir, lê piştî ku karên yekem roj bi dawî bûyn, eşkere bû, kongire weke yariya şetrencê ye, lê yarîker li dervey holê birêve diben û araste diken, hejmarke serkirdeyên wê partiyê jî bi xwe ev amaje kirin û gotine: “kongire ya 4mîn bicîkirina pîlaneke jêr bi jêr ya di navbera balên cuda yên YNKê ye”.

Îro roja şemî 21/12/2019an karên roja yekemîn ya kongireya 4an ya Yekêtî ya Niştîmanî li bajarê Silêmaniyê bi rêveçûn, Kusret Resûl Elî, cêgirê yekemê sekreterê giştî bi piranya dengên endamên kongirey ji bo seroktiya encûmena bilind ya siyasî ya YNKê hat dest nîşan kirin.

Encûmena bilind ya siyasî ya YNKê ji 8 endaman pêk tê û îro her hemû hatin dest nîşan kirin ku piraniya wan endamên polîtbîroya berê ya YNKê ne.

Her di bernameya îro ya kongireya 4an de, her yek ji Dr. Berhem Salih, cêgirê duwemîn yê sekreterê giştî û Qubad Talebanî kurê Celal Talebanî û her wiha Rêwaz Fayeq seroka parlimentoya Kurdistanê li ser hesaba YNKê, weke endamên serkirdatiyê hatin dest nîşan kirin.

KONGIRE LI DERVEY HOLÊ TÊ BI RÊVEBIRIN

HER SERKIRDEYEKÊ NERÎNEKE CUDA HEBE JI HOLA KONGIREY TÊ DERXISTIN

Serkirdeyê YNKê Şêx Ce’fer Şêx Mistefa ku ji bo encûmena giştî ya YNKê kandîd bû xwe ji kongirey vekêşa, hem wext Mehabad Şêx Mihemed Emîn ku yek ji endamên herî diyar û berçav yên kongireye, rê pê nehat dayîn beşdar bibe û sedema serekî ji bo wê yekê vedgere ku hevjînê wê yê bi navê Fayeq Şêx Elî ne digel YNKê ye.

Fereydûn Ebdulqadir, endamê berê yê polîtbîro ya YNKê xwe ji hola kongirey vekşand, her çend ku piştî derketina wî ji holê daxweyanî da û got ku ew bi xwe derketiye, lê belê goman li awayê derketina wî hene, ji ber ku ya rast ew jî ji wan serkirdeyan bû ku ji nû di hola kongirey de hest bi wê yekê kir ku kongire yê li dervey holê tê birêvebirin û ewên berhevî kongirey bûn, biryara wan ne di dest wan deye.

Her îro parlimenterê YNKê Feysel Ebas ku rê pê nehat dayîn beşdarî kongirey bibe, cudabûna xwe ji partiya xwe ragihand û eşkere kir, ev kongire neşer’î ye ji ber ku hemû post berwext balên cuda yên YNKê lihevhatin li ser kirine û eva tê kirin dengdaneke şeklî ye.

Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê dest bi kongireya xwe ya 4mîn kir, lê belê ne xweyaye dê çend rojan vekêşît û çi serkirdeyekê YNKê wê bibe sekreterê giştî yê wê partiyê, navê Dr. Berhem Salih ji bo seroktiya YNKê tê gotin, lê belê serkirdeyên YNKê li wê bawerê ne ku li her demê muhtemele rewş bê guherîn û kesekê din bibe sekreterê giştî.

Kongireya yekêtyê bi navê “kongireya nûbûnê” ye û têde dê endamên encûmenên giştî, serkirdatî, piştre sekreterê giştî û cêgrê serkreterî dê bhên hilbjardin, wate yekêtî banga wê yekê kirye ku partya wan dê bi formeke nû derkeve holê.

Pustên heman beş