YNKÊ PEYREW PEJRAND Û SIBE WÊ ENDAMÊN SERKIRDATIYÊ HILBIJÊRÎT

YNKÊ PEYREW PEJRAND Û SIBE WÊ ENDAMÊN SERKIRDATIYÊ HILBIJÊRÎT

Kongireya 4 mîn ya Yekîtiya ya Niştîmanî ya Kurdistanê berdewam dike, peyrewa navxweyî û mercên endambûnê di encûmena giştî de hatin pejrandin, sibe jî endamên wê encûmenê dê bihên hilbijartin.

Kongireya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê îro roja yekşemî bo roja duyemîn li Silêmaniyê berdewam dike, ji derveyî medyaya YNKê rê nayê dayîn ti medyayeke din kongireyê bi şopîne.

Di bernameya karê roja duyemîn de bi piranya dengan, peyrewa navxweyî ya YNKê û mercên namzetbûna ji bo endambûnê di encûmena rêveberî ya  giştî ya YNKê de hatin pejrandin.

Duh di kongireya YNKê de, bi pranya dengan, encûmena bilind ya siyasî hat hilbijartin û Kusret Resûl Elî weke serokê encûmenê hat dest nîşan kirin, her wiha Dr. Berhem Salih, Dr. Rêwaz Fayeq û Qubad Talebanî ji bo endamên encûmena serkirdatiyê hatin hilbijartin.

Kongire berdewam dike. Heta niha nezelale kanê wê kengê bi dawî bibe, her çiqas biryar bû îro dengdan ji bo encûmena giştî ya rêveberiyê pêk were, lê ji bo sibe demjimêr 9:00 hate paşxistin.

YNKê di 1ê xzîrana 1975an de hatiye damezrandin û heta niha 3 kongire lidar xistine, kongireya dawî di sala 2010an de li dar xistin, ev jî kongireya 4mîne tê li darxistin.

Pustên heman beş