Kongireya Yekîtiya Niştîmanî a Kurdistanê îro bo roja 3 di dome û tê çaverê kirin, her îro endamên encûmena giştî ya serkirdatiyê werin hilbijartin, piştre û di dema 45 rojan de, serokê YNKê û cêgir wê werin hilbijartin.
Îro roja duşemî 23/12/2019an 3mîn roja kongireya 4an ya YNKê li bajarê Silêmaniyê birêve diçe, di bernameya îro de ye endamên encûmena giştî û serkirdatiyê werin hilbijartin ku hejmara wan dgehe 118 kesan û kongire wê bi dawî bibe.
Piştre serokê YNKê û cêgirên wî wê ji aliyê encûmena serkirdatiyê werin hilbijartin û ev yek wê di dema 45 rojan de yekla bibe.
Hejmara endamên encûmena giştî ya serkirdatya YNKê 121 kesin, lê bi sedema ku her yek ji Dr. Berhem Salih, Rêwaz Fayq û Qubad Talebanî postên beriz li Îraqê û Kurdistanê hene, di roja yekem ya kongirey de bi tevahiya dengan weke endamên wê encûmenê hatin dest nîşan kirin.
Heya niha ne zelale kanê çi kesek wê bibe serokê YNKê, lê belê Dr. Berhem Salih ji her kesî zêdetir çansê wergirtina wê postê heye.
Hilbjartina endamên encûmena giştî ya serkirdatiyê bi ser 16 bazineyan de hatine parvekirin ew jî her yek ji bazineyên (Hewlêr, Silêmanî, Badînan, Kerkûk, Helebce, her wiha Şarezûr û Çemçemal, Raperîn, Mûsil û Germyan, Xaneqîn Bexda û Hemrîn, Koye Mexmûr, Şengal û Soran).