ÇETEYÊN TIRKIYÊ 8 WILATÎYÊN EFRÎNÊ REVANDIN

ÇETEYÊN TIRKIYÊ 8 WILATÎYÊN EFRÎNÊ REVANDIN

Çeteyên girêdayî arteşa Tirkiyê ji 18 vê mehê, 8 wilatîyên sivîl yên Efrînê revandine û heya niha çarenvîsa wan ne diyare.

Li gor rêxistna mafên mirovan li Efrînê, çekdarên giropa bi navê “polîsa azad” li roja çarşemî 18/12/2019ê wilatîyekê Herêma Efrînê ji gundê bi Qeretepe bi navê “Mihemed Elî” ji nav bajarê Efrînê revan û heya niha çarenvîsa wî nediyare.

Her wiha li navçeya Raco, îstixbarata Tirkiyê ji roja 1ê vê mehê ve muxtarê gundê yê bi navê “Hecî Xelîl Mihemed Elî” revandîye û heya niha çarenvîsa wî jî ne diyare, herwiha li roja 4ê vê mehê jî wilatîyê bi navê “Xelîl Xalo” revand.

Rêxistna mafên mirovan dest nîşan kir, îstixbarata Tirkiyê ji roja 25ê meha rabûrî ve wilatîyê bi navê “Mihemed Hesen” ji gundê Hesen revandiye û ber bi cîyekî ne diyar ve birîye.

Li gor zanyariyan, roja 22 vê mehê çekdarên lîwaya Semerqend 2 birayên hev bi navê “Mihemed Kemal û Ebdo Kemal” ji gundekê navçeya Cindirêsê revandin.

Her wiha çekdarên lîwaya Weqas, li roja 21ê vê mehê 2 birayên ji gundekê ser bi navçeya Şiyê ve revandin û heya niha çarenvîsa wan ne diyare.

Pustên heman beş