ROJHILATA KURDISTANÊ WÊ ŞEHÎDÊN XWEPÊŞANDANAN LI BÎR BÎNE

ROJHILATA KURDISTANÊ WÊ ŞEHÎDÊN XWEPÊŞANDANAN LI BÎR BÎNE

Li Rojhilata kurdistanê qurbanî û şehîdên xwepêşandanên vê dawyê wê werin li bîr anîn û navenda alîkariyê ya partîyên Rojhilat bang li gel kirîye, ji bo rêzgirtin li qurbanîyan serdana malbatên wan bikin.

Navenda alîkariyê ya partîyên Rojhilata Kurdistanê li derbarê bi bîranîna qurbaniyên xwepêşandanên meha rabûrî yên Îranê û Rojhilata Kurdistanê beyanek weşand û têde bang li xelkê Rojhilata kurdistanê kirîye, roja pêncşemî 26/12/2019ê qurbanî û şehîdên xwepêşandanan bihên li bîr anîn.

Di vê beyanê de hatye: ji bo rêzgirtin li qurbaniyên xwepêşandanên vê dawyê, bila xelk roja pêncişemî 26ê vê mehê serdana malbatên qurbanîyan û girtîyan bikin.

Herwiha di bangewazê de daxwaz hatîye kirin, ku her heman rojê li demjimêr3ê piştî nîvro li ciyên giştî û li ser kar bo dema 5 xolekan ji bo rêzgirtin û bîranîna wan qurbanîyan bi bêdengî rawestin.

Navenda alîkarya partîyên Rojhilata Kurdistanê di bangewaza xwe de dibêje: “komara îslamî ya Îranê li hember xwastên aştiyane yên xelkê tundutîjî û tepeser kirinê bikar diîne, wexta ku xwepêşandanên aram yên xelkê di meha derbasbûîy de tepeser kirin.”

Navenda alîkariyê dibêje: “Rojhilata kurdistanê weke navçeyeke pişt guh kirî di van xwepêşandanên dawyê de jî qurbaniyên herî zêde dan.”

Di xwepêşandanên vê dawyê yên li Rojhilatê kurdistanê û Îranê de, ku roja 15ê Mijdarê piştî  giran bûna nirxa panzînê, gelek kes ji aliyê hêzên hikûmeta Îranê ve hatin kuştin.

Rêxistina lêburîna navdewletî dest nîşan kiriye di xwepêşandanan de li Rojhilatê kurdistanê û Îranê zêdetir ji 360 kesan hatine kuştin.

Pustên heman beş