Li Wanê ji 21ê çirîya paşiyê ya 2016ê û heya niha bi hinceta ewlehiyê hemû çalakî û bernameyên protestoyî hatbûn qedexe: li Wanê qedexeya 1130 rojan.
Li Wanê piştî hewildana derbeyê ya 15ê Tîrmeha 2016ê bi sedema ragihandina rewşa awarte, 21ê çirîya paşiyê ya 2016ê biryara qedexeya hemû çalakî û bernameyên protestoyî hatbûn qedexe kirin. Ev biryara walîtya wanê 1130 rojin ku berdewam dike.
Li Bakurê kurdistanê li bajarê Wanê dema qedexeya çalakî û xwenîşandanan careke din hate dirêj kirin.
Li Wanê hezar û 130 rojin her cure çalakî û Xwenîşandan qedexeye û parêzgeriya Wanê dema qedexeyê careke din ji bo 15 rojan dirêj kir, bi vî away wê qedexeya wanê bigihîje 1145 rojan.
Parêzgeriya wanê, hinceta qedexe kirinê bi parastina aramiya civakî û rêlbergirtinê armancên rêxistinên terorê ve girê dide.
Ji bilî wanê, li bajarên wekî, Şirnex, Colemêrgê, Mûş û Çewlîkê jî çalakî û xwenîşandan gelek carane tên qedexe kirin.