BALEFIREKE CENGÎ YA ÎRANÊ KET Û DU PÎLOT TÊDE MIRIN

BALEFIREKE CENGÎ YA ÎRANÊ KET Û DU PÎLOT TÊDE MIRIN

Balefireke cengî ya Komara Îslamî ya Îranê li navçeyeke çiyayî ket û du pîlotên ku têde bûn canê xwe ji dest dan.

Li gor ajansa Êrna ya Îranê, roja çarşemî 25/12/2019an balefireke ceng ya Îranê ji curê meg 29 li naveçeyeke çiyayî li nêzî çiyayê Sabalan ket, 2 pîlotên ku têde bûn, hatine kuştin.

Piştî ketina balefirê, tîmên alîkariyê her rast gihan cihê bûyerê, eşkere kirin ku ew balefire di wexta ku manoreke têst kirî, li wê derê ketiye.

Berpirsên Îranê diyar dikin, ku piştî rûdanê tîmên alîkariyê ji bo parastina jiyana pîlotan zû ghiştine navçeya ku balefir lê ketî, lê pîlotan bi ketinê re canê xwe ji dest dabû.

Pustên heman beş