Li Adilcewaza navçeya Wanê belemeka koçberên bêdestûr tê da bûn serubino bû 7 kes mirin 64 kes hatin xilas kirin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat dest nîşan kirin ku îro roja pêncşemî 26/12/2019an li berava Behra Wanê di navbera gundên Erîkbaxi û Karşiyakayê da belemeka koçberên bêdestûr ên welatiyên Pakistan, Efxanistan û Bangiladeşê hebûn serubinê bû.
Li gor tesbîtên ewil 5 kes li dewsa bûyerê mirî hatin dîtin, 2 kes jî rakirin neweşxaneya Adilcewazê li wê derê mirin.
Di bûyerê da 7 kes mirin, 64 kesên hatin xilas kirin jî ji bo dîtina hewcedariya wan a sitarbûn û xwedîkirinê û temam kirina kar û barên fermî rakirin nexweşxaneyên Tetwan û Adilcewazê.