Yekgirtû ya îslamî ya kurdistanê îro kongreya xwe ya 8ê li darxist û Selaheddîn Behaeddîn ji bo 4 salên din weke Emîndarê evê partîya îslamî hat dest nîşan kirin, di kongireyê de endamên encûmena serkirdatiyê wê werin dest nîşan kirin, her wiha peyrewa navxwe ya Partiyê dê bihêt pejirandin.
Yekgirtû ya îslamî ya kurdistanê ku weke partîyeke îslamî ya mîyanrew li başûrê kurdistanê tê nas kirin, kongreya xwe li jêr navê “dahênan û pêşengî” li darxist, 902 endamên kongire hene, 22% ji wan jinin.
Di kongireyê de du namzed ji bo posta Emîndarê giştî hebûn, (Ebu Bekir Karwanî û Selaheddîn Behaeddîn), di encamê de, Selaheddîn Behaeddîn piraniya dengan bi dest xistin û bo 4 salên din dê li posta rêberîya Yekgirtû yê be.
Her ji destpêka ava bûna xwe li sala 1994ê, yekgirtû ya îslamî weke hêzeke siyasî karî rêya xwe li qada başûrê kurdistanê bibîne, xebata siyasî ji bo amancên gelê kurd kir, lê belê bi rêyeke cuda, ew dibîne ku gelê kurde pişkeke ji Umeta Îslamê û çaksazî slogan û sotemenya tekoşîna wê bû.
Yekgirtû weke hêza 4ê bû di rêzbenda partîyên beşdar di parlemena Kurdistanê de, lê belê li vê dawyê pêgeha xwe ji dest da û partîya din ya bi navê komela îslamî karî ciyê wê bigre.
Evê şikestinê seranên Yekgirtû yê xistin ber hejmareka pirsan û wan lekolîn û şirove ji bo sedemên şikestin û paşve zivirîna partîya xwe li himber hêzeke din ya îslamî kir, derencam jî derketina hevirkyeke dijwar li navbera serkirde û kesên yekem yên Yekgirtû yê bû ku niha li ser du nerînan dabeş bûne, lê belê kongreya 8ê biryar da kanê serkêşên kîjan nerînê rêberatîya vê partîya îslamî bikin.
Hevrikiya ku niha di nav Yekgirtû yê de serhildaye ne li ser desthelatê, pare û çawaniya birêve birina partiyê ye, belku girêdayî fikarên cuda yên domdirêje.
Ebu Bekir Karwanî ku serkêşê fikir û nerîna yekê ya Yekgirtû yê ye û dibêje: pêwîste îslameka xomalî dirist bibe û ber bi sofîgeriyê be û mifa ji bingeha Kiltûre oldarên kurd werbigre weke sofîgeriya serkirdeyên kurd şêx Ebdulselamê Barzanî û Qazî Mihemed.
Nerîna duyemîn ya di nava Yekgirtû yê de ku Emîndarê wê yê niha Selaheddîn Behaeddîn serkêşiya wê dike, ev nerîn dibêje: pêwîste yekgirtû li ser îslama biyanî be û xebata xwe bidomîne, îslama ku bingeha xwe ji tevgera Îxwanan û Wehabiyên Erebistanê distîne, ev hevrikiya li nav Yekgirtû yê ku li vê dawyê serilhdaye, niha ketîye nav tev organ û komîte yên wê partiyê de, lê belê heya niha Qadroyên evê partiyê bi başî fêhim ne kirine.
Xwedî û serkêşê nerîna yekem ku Ebû Bekir Karwanî ye û di kongreya 8ê de xwe ji bo posta Emîndarê giştî namzed kirbû, lê nikarî serketinê bi dest bêxe, ew dibêje: şikestina piştî hilbijartina vê dawyê ya başûrê kurdistanê rastî Yekgirtû yê hatî, bi sedema wê îslama hawirde krî bû, hemwext dibêje pêwîste em êdî vê qebûl nekin û pêwîste em mifa ji ezmûna partîya Nehze ya Tonisî û partîya dad û geşepêdanê AKP’ê werbigrin ji ber ku wan li gorî xwe û berjewendîya civaka xwe îslam wezîfedar kiriye.
Lê belê bi sedema ku piranya herî zor ya Qadroyên Yekgirtû yê bingeha fikra wan ji fikra Hesen Benna û Seyîd Qutib e, rêya xwediyê fikra sofîgeriyê hêsan nebû, lew kongreya 8ê Selaheddîn Behaeddîn ji bo rêberatîya partîya xwe bi êxtiyareke ewle tir dît û ji bo rêberatiyê dest nîşan kir.