Hevserokê Konseya Rêveber ya koma civakên Kurdistanê KCK’ê radigihîne, rêveberiya xweser her ji destpêkê ve xebat ji bo Sûriyayeke yekgirtî kirîye û ti carekê nexwestiye ji sûryê cuda bibe.
Cemîl Bayîk hevserokê KCK’ê ji bo medyaya partîya xwe PKK’ê daxweyanî bi navê rêveberiya xweser ya Bakur û Rojhilata Sûriyê daye û eşkere kir ku rêveberiya xweser ti carekê nexwestiye ji sûryê cuda bibe û her ji destpêkê ve xebat û tekoşîn ji bo Sûriyayeke yekgirtî kirîye.
Cemîl Bayîk ev yek ragihand û eşkere kir, rêveberiya xweser li ser wê esasê dest bi danustandinan li gel rejîma sûryê kiriye, bê agehiya xwe jî ji naveroka wan danustandinan ragihand.
Hevserokê Konseya Rêveber ya KCK’ê dibêje: “rêveberiya xweser ji bo armanca Sûriya ya yekgirtî ji destpêkê ve hevdîtinan bi rejêma sûryê re dike û ew vê yekê rast dibînin”.
Piştî êrîşên Tirkiyê li ser rojava kurdistanê, lihevhatinek di navbera hikûmeta Sûriyê û rêveberiya xweser de hat îmze kirin, Partîya Yekîtîya Demokratîk PYD dibêje: “ev lihevhatin tenê ji bo mebestên serbazî ye û wan li ser ti pirseke din ya siyasî yan îdarî lihev ne kirine”.