HERÊMA KURDISTANA BAŞÛR HIŞYARIYÊ DIDE JI BO XURTBÛNA DAIŞ’Ê

HERÊMA KURDISTANA BAŞÛR HIŞYARIYÊ DIDE JI BO XURTBÛNA DAIŞ’Ê

Serokatiya Herêma Kurdistana Başûr ragihand ku ger aloziyên Îraqê dewam bikin îhtîmal heye rêxistnên terorî yên mîna DAIŞ’ê ji nû ve xurtbibin.

Serokatiya Herêma Başûrê Kurdistanê duh ji bo fermandarê hêza Qudsê ya artêşa mihafizên şoreşa Îranê Qasim Suleymanî û alîkarê serokê heşda şebî Ebu Mehdî El-Muhendisê ku di êrîşa emerîkayê da hatin kuştin, daxuyaniyekE nIvîskî weşand.

Di daxûyaniyê da hat gotin ku di salên dawîn da jiber binpêkirina serdestiya îraqê, rêxistinên terorî yên wek DAIŞ’ê derketin û piştî bibîrxistina kuştina Suleymanî û Muhendis jî hat îdakirin ku ew di têkoşîna dijî DAIŞ’ê da xwedî roleke girîng bûn.

Daxûyaniyê wiha dewam kir: “hemû alî ji bo çareserkirina pisgirêkên xwe divê serî li aştî û guftûgoyê bidin, em dixwazîn ku li hemberî serdestiya Îraqê rêz bê nîşandan. Ger ev tevlîhevî û aloziya li Îraqê dewam bike wê hem Herêmê û him jî Îraqê ber bi pêşerojeke nediyar ve bibe û ji bo xurtbûna rêxistinên terorê yên wek DAIŞ’ê jî bibe fersend.”

Pustên heman beş