Kuştina rêberên 16ê Oktoberê deriyê cengeke mezin li navçeyê vekir

KUŞTINA RÊBERÊN 16Ê OKTOBERÊ DERIYÊ CENGEKE MEZIN LI NAVÇEYÊ VEKIR

Qasim Suleymanî û Ebo Mehdî Muhendis weke du rêberên cêbecêkar yên karesata 16ê Oktoberê li Kerkûkê bas lê dihat kirin.

Civata blind ya asayîşa neteweyî ya Îranê di ragihandinekê de li ser kuştina Qasim Suleymanî, fermandarê feyleqa Qudis ya supayê pasdarên Îranê bas li tolhildaneke mezin dike û li himber vê gefa Îranê saziyên medyayî yên nûçeyan eşkere dikin ku Emerîka hezaran serbazên din rewaney navçeyê dike.

Paş kuştina Qasim Suleymanî, fermandarê feyleqa Qudis ya supayê pasdarên îranî û Ebo Mehdî Muhendis, şexsê jimare du yê heşda şeibî ya Îraqê û hejmareke din ya pasdaran û hêzên heşda Îraqî û Hîzbollah ji encamê êrîşa balefirên bê pîlot yên emerîkayê li nêzî balefirxaneya Bexdayê, civata blind ya asayîşa niştîmanî ya Îranê, civîneke ne asayî û bilez li dar dixe.

Xamineyî soza tolhildaneke bi zebir dike

Li gor çavkanîyan bo yekem car, Elî Xamineyî rêberê blind yê Îranê di civînê de beşdar bûye û li dawiya civînê de ragihandinek belav kirîye ku têde tekez li ser tolhildaneke bi zebir di dem û cîyeke guncayî de kirîye. Hevdem civata blind ya asayîşa niştîmanî ya Îranê, bas li wê yekê kirîye ku Emerîka bi kuştina Qasim Suleymanî hêla sor ya Îranê derbas kirîye û şaşitîyek stratejîk û mezin encam daye, her wiha karbidestên Emerîka jî pişt rast dikin di demeke nêz de û bi vê asaniyê li jêr barê derencamên vê şaşitîya xwe rizgar nabin.

Hevdem “text rewançî”, nûnerê komara îslamî ya Îranê li neteweyên yekbûîy, ji bo ajansa “CNN” ya Emerîkî ragihand ku kiryara Emerîka serbazî bûye, pişt rast bin ku karvedana Îranê û tolhildana wê jî dê serbazî be.

Ev daxuyaniyên rayedarên Îranê di demekê de ne ku ajansên nûçeyan bas li amadebaşiya hemû hêzên serbazî yên Îranê bi taybetî hêzên asîmanî yên wî wilatî dikin, rewş wiha kirîye ku bihayê borsa Tehranê bi awayeke ne çaverê kirî dakişanê bi xwe ve bibînît û civata blind ya bursa Îranê neçar bû di civîneke ne asayî de, rewşa xerab a borsa Îranê gengeşe bike, bihayê borsa Tehranê li destpêka mamele kirina îro de 15 hezar yekan dabezîye û heya niha Kenalê 369 hezar yekeyan dakişan bi xwe ve dîtiye.

Hevdem wezareta berevaniya Emerîka, Pentagonê paş kuştina Qasim Suleymanî ragihand ku êrîş bi fermana raste rast ya Donald Tramp, serok komarê wî wilatî bi rêve çûye û tekez li ser vê yekê kir ku êrîş bi mebesta rêgrî kirinê ji supayê pasdaran û dovelankên wê bûye û bas li vê yekê kirîye ku Qasim Suleymanî û hevbîrên wî mijûlî danana pilanê bûn ji bo êrîş kirina ser bingehên hêzên Emerîka û hevpaymanan.

Tramp: me Suleymanî kuşt daku çi şerên mezin rû nedin

Beşek ji rayedarên Emerîka eşkere kirîye ku berî niha me çendîn caran Qasim Suleymanî agehdar kirîye ku eger dest ji çalakiyên xwe li dijî Emerîka bernedin wê hewe jinav bibeyn, lê belê wî guhdarî nekirîye. Tramp jî dibêje: Qasim Suleymanî me kuşt jiberku şereke mezn serhilnedet û bas li vê yekê kir ku pêdvî bû Qasim Suleymanî pêş çendîn salan hatiba kuştin.

Hevdem li himber gefên Îranê, ajansa “AP” ji zarê hejmarek ji karbidestên xwedî pêgehên blind yên Waşintonê eşkere kirîye ku Emerîka 3000 serbazên xwe yên din şandine navçeyê, li gor vê ajansê ew 3000 serbaz li yekeya 82 ya hêzên asîmanî yên Emerîka li “Fort Biraga” wîlayeta Kalîforniya ya Bakurê wî wilatî hatîne şandin ji bo navçeyê.

Koçka spî tekez li vê yekê kirîye ku asayîşa hêzên din yên Emerîka û hevpeymanên wê li navçeyê ketîye xetereyê û ji bo parastina wan hêzên zêdetir wê werin şandin.

Esuşêtid pirês eşkere kirîye ku pêdvî bû hêzên Emerîka 700 serbaz bin û heftîya rabûrî hatiban rewane kirin û li Kwêtê cêgîr biban.

Pentagonê ragihandiye ku şandina hêzên zêdetir ji bo navçeyê bi fermana raste rast ya serokê wilatî bi rêve diçe, çendîn ajansên nûçeyan ji zarê hejmarek ji karbidestên serbazî yên Emerîka eşkere kirîye ku ger Îran êrîşî ser berjewendiyên Emerîka bke, navendên petrolê yên Îranê wê yek bin ji armancan ku wê bi hêsanî êrîş li ser were pêkanîn û wiha di din zanîn ji egera girêdana bê endaze ya Îranê bi berhemên petrolê, her core êrîşa li ser navendên petrolî yên Îranê wê bibe sedema zebrek kemer şikên ji bo Îranê û abûra wî wilatî.

Bandora kuştina rêberên 16î Oktoberê li ser kurdistanê

Gefên Îranê û Emerîka aloziyên navçeyê zêdetir kirîne û hejmareke zêde ji çavdêran kuştina Qasim Suleymanî fermandarê feyleqa Qudis ya supayê pasdaran ku bi kesatiyê jimare du li Îranê û bi darêjerê dariştina siyaseta Îranê li navçeyê tê nasîn, bi xaleke werçerxanê di guherînên navçeyê di din zanîn û li ser wê bawerê ne ku karvedanên Îranê li himber êrîşa Emerîka di kare kênceke berçav li ser pêşeroja Rojhilata Navîn dirist bike.

 Qasim Suleymanî û Ebu Mehdî Muhendis du ji wan navane ku li dema dagîrkirina Kerkûkê li 16ê Oktoberê de pir bas lê hat kirin û bi rêveber û cêbecêkarên wê piroseya dagîrkariyê li ser Kurdistana Başûr hatin nasîn.

Çavdêrên rewşa kurdistanê li ser wê bawerê ne ku kuştina Qasim Suleymanî û Ebu Mehdî Muhendis digel vê yekê de ku dibe weke xaleke pozetîf ji bo piroseya serixwebûna kurdistanê were hejmartin, hevdem dibe ew kesên ku pişta wan bi dujminan germe wê waneyê wergirin ku tu deman nabe pişt germî dujminan bin. Ev wane dibêje me dujmin herçend bihêz jî be wê rojek her were ku jinav biçe û yaku berdewam hêzê dide û tu caran û di tu dem û çaxan de jinav naçe û lawaz nabe bi tenê hêza gele, jiber vê yekê pêdvî dike hertim pişt germî hêza gel bîn û bi tu awayekê pişt germî sozên dujminan nebîn daku şermezarî dîrok û gelê xwe nebîn.

Pustên heman beş