BARZANÎ HIŞDARIYÊ JI ŞERÊ BI WEKALET DIDE

BARZANÎ HIŞDARIYÊ JI ŞERÊ BI WEKALET DIDE

Serokê Partîya Demokrat a Kurdistanê îro di peyamekê de ku li derbara rewşa aloz ya Îraqê û navçeyê parvekiriye, ragihand ku pêwîste ji bo çareserkirina rewşê guh li eqil û mentiq were girtin û hemwext hişdarî ji serhildana şerê bi wekalet dan.

Mes’ûd Barzanî Serokê Partîya Demokrat a Kurdistanê û rêberê Gelê Kurd îro roja sêşemî 7/1/2020an paş bêdengiyek zûr peyamek nivîskî ji bo raya giştî ya kurdistanê û Îraqê belav kir û têde ragihand ku pêwîste ji bo peyda kirina çareseriyê, guh li eqil û mentiq bê girtin neku li pey dirûşim û gengeşeyên bêsûd bîn, ev jî tekista peyamê ye:

Bi navê xwedayê mezn û dilovan

Di dema çend rojên derbasbûyî da rewşeke gelek metirsîdar li navçeyê û Îraqê da hatye holê û ji hemû aliyek ve hest bi metirsiyeke mezin tê kirin. Li rewşeke wiha da jî pêwîste ji bo peyda kirina çareseriyê, guh li eqil û mentiq bê girtin neku li pey dirûşm û gengeşeyên bêsûd bîn.

Niha rewş li warê teqîn û giriftan ve gelek aloze. Ji bo wê yekê divê hemû aliyek vî xelkî ku hest bi berpirsyariyê dikin, bi eqil û hîkmetê ve çareseryeke guncayî û me’qûl peyda bikin ku li xizmeta hemû aliyek bê. Ger bê û piroseya çareser kirinê li ser rêyeke wiha be, em ji bo yarmetîdana peyda kirina çareseriyê de kêmasiyê nakîn, lê belê li gel wê yekê de jî nabîn ku welat tûşî şerê bi wekalet û çarenivîseke nediyar bike.

Mesûd barzanî

7/1/2020

Ev peyama barzanî li demekê ye, duh roja duşemî 6/1/2020 Adil Ebdulmehdî Serok Wezîrê Îraqa federal peywendîyeke telefonî li gel barzanî pêkanî bû û têde rewşa herî dawî û xetereyên di rojevê de nîqaş kirbûn.

Pustên heman beş