Serokê herêma Başûrê Kurdistanê diyar kir ku ew ji biryara parlimena Îraqê ya derxistina hêzên hevpeymaniya navdewletî ji Îraqê dilgiranin û bi biryarek tekalî bi nav kir.
Nêçîrvan Barzanî, serokê herêma Başûrê Kurdistanê piştî civîna li gel seroka parlimena herêma Başûrê Kurdistanê, serokwezîrê herêma Başûrê Kurdistanê û aliyên siyasî bi civîna çapemeniyê naveroka hevdîtinan eşkere kir.
Nêçîrvan Barzanî got: “îro me du civîn li dar xist, yek li gel hersê serokên herêma Başûrê Kurdistanê, ya duyemîn jî li gel aliyên siyasî yên herêma Kurdistanê li ser pêşhateyên Îraqê bû, bi awayek giştî herêma Kurdistanê ji rewşa nihaya li Îraqê dilgirane, bi taybet pêşketina aloziyan, divê hemû alî hewildanên ciddî ji bo aram kirina rewşê bidin. “
Barzanî eşkere kir ku ji ber ku hemû komên li Bexdayê li ser rewşê xwedî yek helwestin kêfxweşe û got ku di civînên îro de jî hemû alî hevrê bûn ku Kurd xwedî yek helwest û yekdeng bin.
Nêçîrvan Barzanî dest nîşan kir ku ew li dijî vê yekê ne ku Îraq û herêma Kurdistanê bibe qada çareser kirina ku nakokiyên niha hene.
Nêçîrvan Barzanî got ku hewildanên herêma Kurdistanê ewe ku aramiya herêmê bi taybet herêma Kurdistanê biparêzin.
Serokê herêma Kurdistanê fikarên herêma Kurdistanê yên li ser biryara parlimena Îraqê ya ji bo derxistina hêzên biyanî anî ziman û got: di tekoşîna li djî terorîstên DAÎŞ’ê de pêwîstiya herêma Kurdistanê û Îraqê bi alîkariya hevpeymanan heye”.