p.language-links a { text-decoration: none; color: black; background-color: #e0e0e0; /* default gray */ padding: 4px 8px; border-radius: 0px; font-size: 13px; transition: background-color 0.3s; } p.language-links a:hover { background-color: #ca0000; color: white; } p.language-links a.active { background-color: #ca0000; /* active URL */ color: white; }
BARZANÎ ÇARESERIYÊN DÛR LI MUZAYEDATÊN SIYASÎ JI EBDULMEHDÎ XWESTIN

Roja şemî 11/01/2020an li bajarê Hewlêrê Serok Mesûd Barzanî Serokê Partiya Demokrat ya Kurdistanê pêşwaziya Adil Ebdulmehdî Serok Wezîrê Îraqê û şandekî bilinda Hikûmeta Îraqê kir.
Li hevdîtinê de rewşa siyasiya Îraqê û pêşhat û aloziyên vê dawiyê ya Îraq û navçeyê hate guftûgo kirin û Serok Wezîrê Îraqê pêzanînên xwe ji bo helwesta Barzanî û Herêma Kurdistanê ya li ser rûdanên vê dawiyê ya Îraqê hebû û bi helwesta hevseng û bilind da zanîn û tekez jî li ser hemahengî û birayetî û peywendiya berdewamiya her dû aliyan kir.
Her li vê hevdîtinê de Barzanî dûpat kir ku xwazyarê wê yekê ye kêşe û qeyranên Îraqê çareser bibin û ji bo nehiştina giriftan, çareseriyeke dûrî li muzayedat û eqilane werin dîtin û li gor mekanîzmên destûrî.
Li beşekî dinê vê hevdîtinê de her dû aliyan tekez li wê yekê kir ku peywendiyên di navbera Herêm û Bexda ketiye qonaxekî erênî û nû û berdewamiya wê keşûhewaya erênî ya di navbera her dû aliyan bi pêwîst hate zanîn.
Gef û metirsiyên bihêzbûna terorîstên Da’îş mijareke dinê vê civînê bû.
Hêjayî gotinêye li vê civînê de Fazil Mîranî Sekreter û Dr. Roj Nûrî Şaweys û Hoşyar Zêbarî û Azad Berwarî û Mehmûd Mihemed û Ce’fer Emînkî Endamên Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê amade bûn.





