Rêxistna hengaw bo mafên mirovan ya rojhilata kurdistanê ragihand, di sala rabûrî de herî kêm 52 hemwilatiyên kurd li zîndanên Îranê de hatine bidarvekirin.
Bi piştbestin bi amarên tomarkirî li navenda amarên rêxistna hengaw ya mafên mirovan, di sala 2019an de herî kêm 52 hemwilatiyên kurd li parêzgehên Îlam, Loristan, Kirmanşan, Sine, Ormîye û Xurasan hatine sêdaredan ku pênasa 46 kesan ji bo Hengawê hatine diyar kirin û pênasa 6 kesên din nediyare.
Ev rêjeye bi himber kirin digel sala 2018an ku biryara bidarvekirinê ji bo 70 hemwilatiyên kurd hatbû cîbicîkirin 18 halet anku 26٪ kêm bûye.
Bidarvekirina du ciwanan û 4 jinan
Di dema sala 2019an de biryara bidarvekirina du ciwanên kurd ku di temena (bin 18 salî)de bûn li zîndanên Îlam û Kirmaşanê hat bicî kirin û her wiha biryara bidarvekirina 4 jinan li zîndana Sine û Ormîyê, 2 halet jî li Mihabadê hatîne bicî kirin.
Cuda kirina sûçbariyan
Di dema sala rabûrî de hemwilatiyên kurd bi tenê bi sûça kuştinê (qetil kirinê) û sûçên têkildar bi maddeyên hişberê hatine bidarvekirin.
Kuştina enqest: 47 halet ku dibe 90٪ê ya sercem haletan
Maddeyên hişber: 5 halet ku dibe 10٪ê ya sercem haletan
Cuda kirin li gorey parêzgehan:
Parêzgeha Ormîyê: 19 halet ku dibe 36.5٪ ya sercem haletan
Parêzgeha Kirmanşan: 11 halet ku dibe 21٪ ya sercem haletan.
Parêzgeha Sine: 8 halet ku dibe 15٪ ya sercem haletan
Parêzgeha Îlam: 7 halet ku dibe 13.5٪ ya sercem haletan
Parêzgeha Luristan: 4 halet ku dibe 9٪ ya sercem haletan
parêzgeha Xurasana Rezewî û Bakur: 3 halet ku dibe 6٪ ya sercem haletan