TIRKIYÊ BAREGEHÊN YBŞ’Ê LI ŞINGALÊ BOMBEBARANKIRIN

TIRKIYÊ BAREGEHÊN YPŞ’Ê LI ŞINGALÊ BOMBEBARANKIRIN

Balafirên cengî yên Tirkiyê îro roja çarşemî êrîşî komelgeha Dûgirê ya li sînorê Qezaya Şengalê kir û çendîn baregehên YBŞ’ê bombebarankirin.

Li gorey zanyariyên taybet yê pêgeha Darka Mazî ku ji çavkaniyên xwe li Başûrê Kurdistanê bi dest xistîne îro balefirên Tirkiyê komelgeha Dûgrê li navçeya Sinûnê ya ser bi Şengalê ve bombebarankirin.

Li gor zanyariyên destpêkî herî kêm 8 kesan di êrîşê de canê xwe ji dest daye û hejmareke din jî birînadir bûne ku piştre birîndar hatîne veguhastin ji bo nexweşxaneya Sinonê.

Pustên heman beş