NÊÇÎRVAN BARZANÎ BEŞDARÎ KORBENDA DAVOSÊ DIBE

NÊÇÎRVAN BARZANÎ BEŞDARÎ KORBENDA DAVOSÊ DIBE

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, wê beşdarî  korbenda Abûriya Davosê bibe, ku biryare li 21ê heya 24ê vê mehê li wilatê Swîsrayê birêve biçe.

Tê zanîn ku salane li 23ê heya 26ê heyva Kanûna dûyem korbenda abûriya cîhanî “Davos” li wilatê Swîsrayê bi beşdariya serokên dehan wilatên cîhanê birêve diçe, û biryare îsal jî Nêçîrvan Barzanî  beşdarî korbenda Davosê bibe, û biryare di vê korbendê de mijarên aloziyên di navbera Emerîka û Îranê de û karvedanên wê li ser aramiya Îraqê bêne gotûbêjkirin.

Li gorey bernameya korbendê, serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, wê li 23 mehê beşdarî panêlekê bibe, ku ew panêl têkildarî bandora aloziyên di navbera Emerîka û Îranê ye, ku ev kirîz bûye kirîzeke cîhanî, û her wiha wê gotubêj li ser bandora wê kirîzê li ser aştî û aramiya îraqê were kirin.

Serokê herêma Kurdistanê di sala 2018an de jî, wek serok wezîrê Herêma Kurdistanê bi serokatiya şandekê beşdarî korbenda Davosê bibû.

Pustên heman beş