BALEFIRÊN TIRKIYÊ FERMANDARÊ GIŞTÎ YÊ YBŞ’Ê LI ŞENGALÊ KUŞT

BALEFIRÊN TIRKIYÊ FERMANDARÊ GIŞTÎ YÊ YBŞ’Ê LI ŞENGALÊ KUŞTIN

Balefirên ceng yên Tirkiyê di êrîşa îro ya li bajarokê Sinonê yê girêdayî Şengalê pêkanî, fermandarê giştî yên yekîneyên berxwedana şengalê ya girêdayî PKK’ê û birayê wî hedef kirin û her rast kuştin.

Balefirên ceng yên arteşa Tirkiyê, îro roja çarşemî 15/1/2020an êrîşa baregehên yekîneyên berxwedana şengalê YBŞ’ê kir ku hêzeke girêdayî partîya karkerên kurdistanê PKK’ê ye û zirarên canî yên mezn pêre xistin.

Di êrîşan de ku li navenda bajarokê Dugor yê girêdayî bajarokê Sinonê ser bi şengalê ve hatine kirin, fermandarê giştî yê YBŞ’ê û birayê wî hatine hedef kirin û kuştin, hemwext 6 kesên din jî ku çekdarên YBŞ’ê bûn hatin berteref kirin.

Li gorî çavkaniyên pêgeha Darka Mazî, di bordomana pêgehên YBŞ’ê de, her yek ji “Xelef Bapîr Murad Se’dûn”, bi kod navê “Serdeşt Şengalî” ku weke fermandarê yekîneyên berxwedana şengalê wezîfedar bû, hate kuştin.

Her wiha birayê “Sserdeşt Şengalî” bi navê “Eeymen Şengalî” jî di bordomana balefirên ceng yên Tirkiyê de hat kuştin.

Pustên heman beş