PIROJEYA RÎFORMÊ HAT ERÊ KIRIN Û MUZAYEDATÊN SIYASÎ BI DAWÎ HATIN

PIROJEYA RÎFORMÊ HAT ERÊ KIRIN Û MUZAYEDATÊN SIYASÎ BI DAWÎ HATIN

Parlemena Kurdistanê piştî çendîn civîn û nîqaşên herî dijwar li navbera parlementeran, îro piroje yasaya rîformê pejrand.

Parlemena Kurdistanê îro roja pêncşemî civîna xwe ya ji bo nîqaş kirinê li ser piroje yasaya rîformê domandin û bi koma dengên parlementeran, piroje hat erê kirin, parlimenterên tevgera Newî Nuwê, Komeleya Îslamya Kurdistanê û Yekgirtûya Îslamya Kurdistanê parlamento terik kirin.

Her wiha ragihandin ku wê mûçeyên parlementer û berpirsên paye bilind ji 4 milyon dînarên Îraqî kêmtir nabe.

Di piroje yasaya rîformê de, 21 made bi piraniya dengên parlementerên Kurdistanê hatin erê kirin, ji ber ku pêşnyazên tevgera Newey Nuwê, Komeleya Îslamiya Kurdistanê û Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê di piroje yasayê de nehatin bi cih kirin weke nerazîbûn her sê kuwalîsyonan rûniştina parlamentoyê baykot kirin.

Her wiha wan bi rêya civîna çapemeniyê helwest nîşandan, serokê koma tevgera Newey Nuwê got: Ev ne rîforme ku mûçeyên paye bilindan wê qet ji 4 milyon û 100 hezar dînar kêmtir nebe.

Her wiha li ser torên civakî jî li dijî erê kirina piroje yasayê gelek bertek hebûn, bi taybet li dijî mûçeyên parlementer û berpirsên paye bilind ku li gorî mûçeyên din gelek zêdeye.

Lê belê li beranber vê îdî’ayê, parlementerên kuwalîsyonên ku deng bi puroje yasaya rîformê dane, eşkere kurin ku kuwalîsyonên ku rûniştina parlamentoyê terik kirîn, dixwazin muzayedên siyasî bi pirojeya rîformê bikin.

Bi tevahî 89 parlimenteran ji koma 111 parlementerên Kurdistanê deng bi pirojeya rîformê da û piroje hat erê kirin.

Pustên heman beş