ÎRANÊ 2 BIRA BI HEVRE BI DAR VEKIRIN

ÎRANÊ 2 BIRA BI HEVRE BI DAR VEKIRIN

Rejîma komara Îslamî ya Îranê, li bajarê Ormîyê yê Rojhilatê Kurdistanê, du birayên girtî yên bi navê “Daryoş Derwêşî û Daniş Derwêşî” bi dar ve kirin.

Li gor raporeka rêxistina Hengaw ya mafên mirovan ya Rojhilatê Kurdistanê, duh sibehê du Kurdên Rojhilat ku birayên hevin û di zîndana navendî ya Ormîyê de bûn, hukmê bi darve kirinê li ser wan bi hevre bi cî kir.

Her yek ji “Daryoş Derwêşî û Daniş Derwêşî” ku berê ji aliyê dadgeha Îranê ve cezayê bi dar vekirinê li wan hatibû birîn, duhî sibehê bi hevre li girtîgeha navendya bajarê Ormîyê yê Rojhilatê Kurdistanê hatine bi dar vekrin.

Li gor raporê, birayekî dinê wan herdu birayên hatine bi darve kirinê bi navê “Poran Derwêşî” ji bo bi darve kirinê birîne, lê piştî herdu birayên wî hatine bi dar vekirin, vegerandine beşa giştiya girtîgeha Ormîyê.

Ev her sê bira, xelkê gundê Dile yê ser bi parêzgeha Ormîyê ne, di sala 2014an de bi îdî’aya kuştina du kesan hatine girtin û piştre cezayê bi dar vekirinê ji bo wan derketiye.

Pustên heman beş