MESRÛR BARZANÎ: “PIROJEYA RÎFORMÊ WÊ GENDELIYÊ SÎNORDAR BIKE”

MESRÛR BARZANÎ:"PIROJEYA RÎFORMÊ WÊ GENDELIYÊ SÎNORDAR BIKE"

Serok wezîrê herêma Başûrê Kurdistanê îro peyamek weşand û têde erê kirina pirojeya rîformê ji aliyê parlimentoya Kurdistanê ve bi destkeft bi nav kir û got ku ev erê kirin bi hengaveke dîrokê ji bo Kurdistaneke bi hêz tê hesab kirin.

Ev jî tekista wê peyamê ye:

Destxweşiyê li parlimentoya Kurdistanê dikim  ji bo erê kirina piroje yasaya rîformê, ev hengaveka dîrokî ye ber bi Kurdistaneka bihêztir, ev piroje pişkeke giringe ji karnameya kabîneya nehem ya hikûmeta herêma Kurdistanê bû ji bo bersiv dayîna xwaste û daxwaziyên hemwelatiyên herêma Kurdistanê ji bo encamdayîna çaksaziyê, armanc jî, ji wê dubare rêxistina xerciyên giştî û bicîkirina dadperweriyê ji bo fermanberan û kes û karên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman.

 piştî ava kirina kabîneya nehem ya hikûmeta herêma Kurdistanê li tîrmeha sala rabûrî, me her rast komîteyek bilind jî hikûmetê pêkanî ji bo pêdaçûn û bihêz kirina reşnivîsa piroje yasaya rîformê.

Hemwilatiyan dil tena dikîn ku deqa dawiyê ya wê yasayê, diltenahiyeka giring têde heye derbarê mûçe û îmtîyazatên fermanberan û mûçedaran bi awayekê ku kesên hejî mafên wan parastî be.

Rîform piroseyeka berdewame û tevahiya kertan ji xwe re digere, ev yasa jî girûv û belgeyeke zelal ya dine li ser pabend bûna hikûmeta herêma Kurdistanê bi sînor darkirina gendeliyê û hewildan ji bo jinavbirina wê.

 Her wiha hengaveke giringe jî, ber bi hikûmeteka modêrin û ruhin û baştir kirina xizmetguzariyan û xizmet kirina hemwilatiyên herêma Kurdistanê bêy cudahî ku aramanca sereke ya evê hikûmetê ye.

Pustên heman beş