PDK’E ÎSAL WÊ KONGIREYA XWE LIDARXE

PDK’E ÎSAL WÊ KONGIREYA XWE LIDARXE

Encûmena serkirdatiya partîya demokrat ya kurdistanê, îro civîya û biryar da, di îsalê de, kongreya xwe ya giştî li dar bixe.

Encûmena serkirdatiya partî (PDK’ê), îro bi seroktiya Mes’ûd Barzanî serokê PDK’ê civîna xwe li darxist, 4 mijarên sereke nîqaş kirin, ji wan biryar û raspardeyên civînên vê dawyê yên parlemena Îraqê.

Encûmena serkirdatiya partî di wê derbarê de nirxandin ji bo wan biryaran kir û eşkere kir ku ev biryar dûr ji binemayên sereke yên piştî jinavbirina rejîma Be’si l sala 2003an û avakirina Îraqa li ser esasê şeraket û hukimraniya heme alî û olî hatine dayîn.

Encûmena serkirdatiya PDK’ê di beyaneke nivîskî de mijarên civînê zelal kirin û li gor wê, di xala duyemîn de nîqaş li ser rewşa Îraqê hatye kirin û encûmena serkirdatiya PDK’ê li gel wê nerînê ye ku Îraq nebe meydana yeklakirina pirisgirêkên herêmê û pêwîste hewl ji bo vê pirsê werin xurt kirin.

Encûmena serkirdatiya PDK’ê di mijareke din de behsa pirojeya rîformê kir û piştgirî li wan hengavan kir ku kabîneya nehem a hikûmeta başûrê kurdistanê avêtin.

Di mijara çaremîn ya nîqaşê de, encûmena serkirdatiya PDK’ê biryara da kongreya 14mîn ya partiyê di îsal 2020an de were lidarxistin, li darxistina kongre jî bi pêwîstî bi nav kir ji bo ku tev organên partiyê xwe li gel rewşê û guherînên bilez yên navxwe û navçeyê biguncîn û hemwext desthelatên pêwîst bi Polîtbîro ya xwe da ku hengav û rêkarên li darxistina kongire dest pê bike.

Pustên heman beş