ENKS’E Û PYD’E DAXWAZA YEKRÊZIYA SIYASÎ DIKIN

ENKS’E Û PYD’E DAXWAZA YEKRÊZIYA SIYASÎ DIKIN

Berpirsa Têkiliyên Giştî yên PYD’ê radigihîne, helwesta birêz Mes’ûd Barzanî Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya ji bo yekrêziya kurdî cihê rêzê ye û her tiştê bikeve milê PYD’ê, ew jê re amade ne.

Berpirsa Têkiliyên Giştî yên PYD’ê Cûlya Kurdo derbarê yekrêziya kurdî û destpêşxeriya Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mezlûm Ebdî de ragihand, daxwazên ENKS’ê yên vekirina nivîsgehên xwe û diyarkirina çarenivîsa girtî û windakiryan, ne grêdayî PYD’ê ye, ji berku peyede wek partyeke syasî dxebte, û pirsa çarenvîsa girtî û windakiriyan pirseke ne girêdayî wane belku ew pirs girêdayî hêzên asayişê ye.

Cûlya Kurdo her wiha diyar kir: Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mezlûm Ebdî amaje bi wê yekê kir, di pirsa girtî û windakiriyan de, pêwîste komîtek bê avakirin. Vekirina nivîsgehên ENKS’ê jî girêdayî rêveberiya xwesere.

Kurdo ragihand jî, Rêveberiya Xweser, pirojeya herî pêşketîye di hundirê Sûriyê de, heger pirojeyeke din li cem ENKS’ê hebe, yan têbînî û pêşniyazên wan li ser Rêveberiya Xweser hebin, tu astengî ji aliyê me ve nînin ku wan pêşkêş bikin. Ji ber ku Rêveberiya Xweser ne tenê bi rengê PYD’êye û partiyên din jî cihê xwe tê de girtine.

Da zanîn jî, divê destpêkê yekrêzî di helwesta siyasî de bê avakirin, piştre li ser maseya danûstandinê, hemû mjarên din bêne guftûgokrin. Tabî di qonaxa bûrî de gelek şaştî çê bûn û tabî dê chê rexneyê jî bin.

Berpirsa Têkiliyên Giştî yên PYD’ê amaje bi helwesta Mes’ûd Barzanî derbarê yekrêziya kurdî de kir û got: helwesta birêz Mes’ûd Barzanî cihê rêzê ye û em piştevaniya wî dikin, heger çi li milê me wek PYD’ê bikeve, em jê re amade ne.

Pustên heman beş