NÊÇÎRVAN BARZANÎ LI GEL DONALD TIRAMP DICIVE

NÊÇÎRVAN BARZANÎ LI GEL DONALD TIRAMP DICIVE

Serokê Herêma Kurdistanê ji bo korbenda abûrî ya Davosê hat daxwaz kirin û tê çaverê kirin di perawêza Korbendê de, digel Donald Tiramp serokê Emerîkayê kom bibe.

Serokatîya Herêma Kurdistanê îro ragihandinek belav kir û têde diyar kir, li ser daxwazeke fermî, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê dê beşdarî korbenda abûrî ya cîhanî ya Davosê bît, her wiha di perawêza korbendê de, wê digel Donald Tiramp Serokê Emerîkayê bicive.

Ev jî naveroka beyana Serokatiya Herêma Kurdistanê ye:

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi vexwendineke fermî beşdarî li Korbenda Aboriya Cîhanî ya Davosê dike ku rojên 21 heta 24ê vê mehê li salvegera 50 saliya damezrandinê da birêve diçê û têda bi navnîşana bi navê cîhanekî yekgirtiya geşesendiya berdewam da, tîşk dixe ser pirsên cîhaniyên taybet bi aborî, siyaset, asayîş û aramiyê.

Di dema beşdarîkirinê da Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Donald Tirump Serokê Emerîka û António Guterres Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî û hejmarek ji serkirde, wezîran û berpirsên bilindên welatan dicive. Li kombûnan da pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistan li gel civaka navdewletî û siyaset û helwesta Herêmê û veguhertina bîr û ramanên di derbarê pirsên herêmî û cîhaniyan guftûgo dikin.

Her li vê beşdarîkirinê da, Nêçîrvan Barzanî li rûniştineke Davos da bi navnîşana “Rojhilata Navîna Nearam” de dipeyve. Têda encamên demdirêjên alozî û têkdanên berdewamiyên Rojhilata Navîn ku bûne çavkaniya tirs û dilgiraniyeke mezina cîhanî û navçeyî têne behs kirin û tîşk dixine ser bandora stratejiya qeyrana niha li ser aştî û aramiya li Kendav, Iraq û Sûriye.

Pustên heman beş