BI MOŞEKAN ÊRÎŞÎ BAJARÊ EFRÎNÊ HAT KIRIN

BI MOŞEKAN ÊRÎŞÎ BAJARÊ EFRÎNÊ HAT KIRIN

5 moşek li nava bajarê Efrînê ketin û di encamê de zarokekê û jinekê canê xwe ji dest dan.

Îro roja duşemî bi moşekan êrîşî bajarê Efrînê hat kirin lê heya niha nahê zanîn êrîş ji aliyê kê ve bûye, çavkaniyekê ji nava bajarê Efrînê ji Darka Mazî re ragihand, îro 20/1/2020 dema nîvro 5 moşek li navenda bajêr û li nêzîkî taxa Vêlata ya Efrînê ketin.

Wê çavkaniyekê da zanîn, di encama ketina moşekan de, du kesan canê xwe ji dest daye û şehîd ketîne ku yek ji wan zaroke û ya din jine her wiha du zarokên din jî brîndar bûne.

Ev yek di demekê deye, artêşa Tirkiyê û giropên çekdar îro gundên navçeya Şerayên wek Mirenaz, Malkiyê, Şwarxe, Kelha Şiwarxe û Elqemiyê topbaran dike.

Pustên heman beş