Sê parlementerên din ên Newey Niwê ji vê Fraksiyona cuda dibin
Parlementerên herî diyar yên Fraksiyona Newey Niwê (Sîrwan Baban, Mem Burhan Qani û Diyarî Enwer) di nava vê bizava siyasî ya ku Şasiwar Ebdulwahid yê xwedanê Kompaniya Naliya Serokatiya wê dike cudabûna xwe bi şêweyeke fermî ragihand û da zanîn ku ew wê weke parlementerên serbixwe di nava parlamentoya kurdistanê de bixebitin.
Piştî ku îro serokê velivîna Newey Niwê hişdarî daye sê parlementerên Fraksiyona xwe ku eger forma ret kirina mûçeyê xanenişîniya parlementeriyê di dema 48 demjimêran de pirr nekin, wê ji nava rêzên Fraksiyona de werin derkirin, wan sê parlementeran daxuyanyek fermî belavkir û ragihand ew bo dema çend mehane ku ji vê bizavê veqetiyane jiberku ev bizave bi rêya şaş de diçe.
Her yek ji Diyarî Enwer, Sîrwan Baban û Mem Burhan Qani ku berî niha di nava Fraksiyona Velivîna Newey Niwê de bûn, îro 20/1/2020an daxuyaniyek da û têde amaje bi vê yekê da ku ew bi hemû şêweyan mûçeyê xanenşîniya parlementeriyê ret dikin û eşkere jî kir bo dema çend mehane ji ber bi şaşî birêvebirina Fraksiyona û Velivîna Newey Niwê ji aliyê serokê wê Velivînê ve, tu peywendiyeke wan bi Fraksiyona Newey Niwê ve nemaye, ji ber vê yek her niha bi fermî em cudabûna xwe ji vê Velivînê û Fraksiyonê radgihînîn û weke parlementerên ser bi xwe wê di nava parlamentoya kurdistanê de bixebitin.
Di beşeke din a daxuyaniya xwe de eşkere kiriye ku “me pereyê gel nexariye û pereyê Hikûmetê jî li cem me nîye (belku pereyên me jî li cem Hikûmetê ne) û muzayedeyan jî li ser dengderên xwe û hem pîşeyên xwe û gelê xedrilêkiryê kurdistanê nakîn, û sozê didîn hertim li sengerên berevanî kirinê de bîn ji maf û daxwazyên rewa yên dengderan û gelê bi rumetê kurdistanê”.