NÊÇÎRVAN BARZANÎ Û ÇAWÎŞOXLU ÇI GOTINE HEV?

NÊÇÎRVAN BARZANÎ Û ÇAWÎŞOXLU ÇI GOTINE HEV?

Serokê herêma Kurdistanê ji bo beşdarî kirinê di korbenda abûriya Davosê da li wilatê siwîsrayê ye û îro di perawêza korbendî de, di gel Mewlûd Çawîşoxlu wezîrê derve yê Tirkiyê kom bû.

Piştî nîvroya îro sêşem 21/01/2020 li çarçoveya beşdarîkirina li hevdîtin û civînên pêncihemîn xula Korbenda Abûriya Cîhanî ya li Davos, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel Mewlûd Çawuşoglu Wezîrê Derveyê Tirkiyê civiya.

Serok Nêçîrvan Barzanî û Mewlûd Çawuşoglu Wezîrê Derveyê Tirkiye tekez li ser zêdetir pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistan û Tirkiyê û girîngiya pêkve karkirina ji bo aramkirina rewşa aloza navçeyê û vegerandina aramiyê kir.

Li civînê de peywendiyên Herêma Kurdistanê yên li gel Tirkiye, pêşhatên dawî ya rewşa Iraq û navçeyê bi giştî, metirsiyên terorê û egera bihêzbûna wê ya li navçeyê, çawayiya berengarbûna wê û rola hêzên hevpeymanan ya li vî derbarî de, her wiha çend pirsekî dinê ji bo her dû aliyan girîngbûn, hatin nirxandin û danustandina bîr û ramanan li ser kirin.

Pustên heman beş