NÊÇÎRVAN BARZANÎ BI NAVÊ GELÊ KURDISTANÊ ÇI TRAMP RE GOT?

NÊÇÎRVAN BARZANÎ BI NAVÊ GELÊ KURDISTANÊ ÇI TRAMP RE GOT?

Serokê herêma başûrê Kurdistanê, îro li bajarê Davosê li gel serokê Emerîkayê civiya, herdu aliyan rewşa navçeyê, Herêma Başûr û Îraqê nîqaş kirin.

Îro roja çarşemî 22/1/2020an Nêçîrvan Barzanî serokê Herêma Başûrê Kurdistanê û Donald Tramp serokê Emerîkayê di çarçûvê korbenda abûriya Davosê de li wilatê Siwîsrayê civiyan, di civînê de ku dema 40 xolekan berdewam kir, Robêrt Çarliz Obrayn şêwermendê ewlehiya niştîmaniya Emerîkayê û şanda Herêma Başûrê Kurdistanê amadebûn.

Piştî civînê Nêçîrvan Barzanî bi navê gelê Kurdistanê sipasiya serokê Emerîkayê kir, Donald Tramp serokê Emerîkayê jî ragihand ku Emerîka bi başî kar li gel Herêma Kurdistanê kiriye.

Tiramp her wiha got: “Cihê xweşhaliyê ye ew li gel serokê Kurdistanê ye, wexteka diyar kirî ji bo vê civînê hebû û her wiha wexteka dirêje me dixwest hev bibînîn”.

 li derbara hêzên Emerîkayê li Bakurê Sûriyê Tramp got: “Ew ji hindek navçeyên sinorî çûyne, wan karekê baş li gel Tirkiyê kiriye li derbara wê navçeya pê tê gotin Navçeya Aram, ez vî karî bi beriz di nirxînim”.

Ji aliyê xwe ve, Nêçîrvan Barzanî serokê Herêma Kurdistanê di konferensekê çapemeniyê de sipasiya serokê Emerîkayê kir û got: “Em hevbeşên giringên hevîn, sipas ji bo serkirdatiya hewe, sipas ji bo piştgiriya hewe, me bi hevre DA’IŞ ji nav bir, bi navê gelê Kurdistanê sipas û rêzên xwe ji bo serkirdatiya hewe û piştgiriya hewe derdibirîn”.

Pustên heman beş