HÊZEKE EMERÎKÎ LI ROJAVA KURDISTANÊ LI DIJÎ RÛSYAYÊ TÊ BICÎHKIRIN

HÊZEKE EMERÎKÎ LI ROJAVA KURDISTANÊ LI DIJÎ RÛSYAYÊ TÊ BICÎHKIRIN

Nakokiyên dinavbera hêzên Emerîka û Rûsyayê li Bakûrê Sûriyê berdewam dikin û di vê çarçovê de careke din girjî û alozî dinavbera wan de derketin holê.

Nerîngeha Sûrî ji bo mafên mirovan, di nûçeyekê xwe de eşkere kir ku hêzeke Emerîkî li ser rêya lezgîn a M4 hatîne bicîkirin daku rêyê li himber livînên hêzên Rûsya di navbera gundekê navçeya Amudê û Hesekê de bigirin.

Duh jî hêzên Emerîkayê rêgirî li karwaneke din ê hêzên Rûsya li nêzî gundê Elmalîkiye kir. Ev hêza Rûsî piştî ku rêgirî lê hatî kirin vegeran cîhên xwe li bingeha asîmanî ya Qamişlo piştî ku hêzên Emerîkî rê pê neday herin xala sînorî ya Sêmalka ya ku dikeve dinavbera Başûr û Rojava Kurdistanê.

Tê zanîn paş têkçûna rewşa Sûriyê, Emerîka çendîn caran bi rêya deriyê sînorî yê Sêmalka, alîkarî gihandîne dest hêzên Sûriya demokratîk (HSD’ê).

Pustên heman beş