TIRKIYÊ HÊZÊN ZÊDETIR  DIŞÎNE SER SÎNORÊ ROJAVAYÊ KURDISTANÊ

TIRKIYÊ HÊZÊN ZÊDETIR  DIŞÎNE SER SÎNORÊ ROJAVAYÊ KURDISTANÊ

Artêşa Tirkiyê hêzeke leşkirê ku ji erebeyên zirxpoş û serbazan pêk tê, şand herêmên li ser sînorê navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê.‎

Medyaya Tirkiyê ragihand, karwanê leşkirî ku ji erebeyên zirxpoş û serbazan pêk tê, weke piştevanî ji bo ‎yekîneyên ser sînor gihişte bajarê Kilîsê yê Bakurê Kurdistanê, ev hêz ji bajarên cudayên Tirkiyê hatiye şandin.

Karwanê leşkirî yê Tirkiyê duh şev li jêr tedbîrên ewlekariyê de, gihişte xeta sînorîya navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê, ev hêz çû deriyê sînor Oncupnarê, dûv re karwan ber bi xeta sînorî ya navbera Bakur û Rojava Kurdistanê çû.

Hat ragihandin, leşker û erebeyên zirxpoş weke piştevanî ji bo yekîneyên Tirkiyê yên li ser sînor erka parastina sînorê Tirkiyê digirin stuyê xwe hatine şandin.

Pustên heman beş