BALEFIRAN 2 GERÎLA LI ZAPÊ HEDEF KIRIN

BALEFIRAN 2 GERÎLA LI ZAPÊ HEDEF KIRIN

Balefirên ceng yên arteşa Tirkiyê, îro êrîşa navendên Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê li Herêma Başûrê Kurdistanê kir û zirarên canî pêre xistin.

Çavkaniyên Darka Mazî eşkere kirin, îro 23/1/2020an balefirên ceng yên arteşa Tirkiyê, hereketên PKK’ê li navçeya Zapê ya sînorî hedef kirin û bi wê sedemê 2 gerîla hatin berteref kirin.

Her çend ku arteşa Tirkiyê ev operasyon li pêgehên wezareta parastina neteweyî pişt rast kiriye, lê belê PKKê û balê wê yê leşkirî hepegê, çi daxweyanî li derbara ji dest dana wan du Gerîlayan ne dane.

Arteşa Tirkiyê, partiya karkerên Kurdistanê PKK’ê bi berdewamî li herêma Başûrê Kurdistanê dike armanc û zirarên canî yên mezin di rêzên Gerîlayan da tên tomar kirin, PKKe jî tu carekê amaje bi wan ziraran nake û nekarîna parastina Gerîlayên xwe li himber êrîşên Tirkiyê perdepoş dike.

Pustên heman beş