NÊÇÎRVAN BARZANÎ HELWESTA XWE LI DERBARA HÊZÊN EMERÎKAYÊ RAGIHAND

NÊÇÎRVAN BARZANÎ HELWESTA XWE LI DERBARA HÊZÊN EMERÎKAYÊ RAGIHAND

Wê hemû bizavan bikîn ji bo ku rewş li Îraqê aram bibe

Serokê herêma kurdistanê di korbenda abûriya Davosê de beşdarî panêlekê bû û têde li derbara rewşa dawîn ya Îraqê axvî û got:” emê hemû hewlên xwe bidîn ku rewş li Îraqê were aram kirin”.

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di dema beşdariya xwe da li panêlekê Korbenda abûrîya Davosê de li welatê Suyisrayê li derbara rewşa Îraqê, ragihand: “niha nifşek nû hatîye ku mandî ye û hest dike desthilat nikare pêwîstiyên vî serdemî ji wan re hazir bike”.

Got jî: “çar salan carekê helbijartin birêve diçin û ev nifşê nû beşdariyê di wan hilbijartinan de dikin, lê di encamê da, ewên di helbijartinan de derdikevin li gor heza wan nînin”.

Rewşa Îraqê navegere pêş wexta xwepêşandanan

Serokê herêma başûrê kurdistanê behsa wê yekê jî kir ku rewşa Îraqê cudaye ji qonaxa berî destpêkirina xwenîşandanan li êkê Oktoberê, niha rewşeke din heye û êdî rewş navegere qonaxa berê.

Li derbara rola Herêma Kurdistanê di nav evê rewşê de, Nêçîrvan Barzanî dest nîşan kir ku Herêma Kurdistanê hemû hewlên xwe dide ku rewş li Îraqê were aram kirin, li derbara hebûna hêzên emerîkayê jî li Îraqê ragihand, gefa terorê li Îraqê cidî ye û li sala 2014ê li ser daxwaza Bexdayê ev hêz hatîne di Îraqê da.

Nêçîrvan Barzanî: me pê başe hêzên emerîkayê bimînin

Her wiha got: erkê hêzên Emerîkayê meşq kirin bi hêzên Îraqî û hevkarî kirine di şerê dijî DAIŞ’ê de û ji d vê zemînê de, me hebûna wan pê başe û bi pêwîst dizanîn hêzên emerîkayê li Îraqê bimînin û ewa parlemena Îraqê krî, bi nerîna me kareke ne dirist bû.

Serokê herêma kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya panêlekê de li Davosê ragihand, ku pirsa sûryê gelekî aloze, û da zanîn ku heya niha siyaseta welatên Ewropa û emerîkayê li derbarê sûryê, ne zelale û piştgiriya Herêma Başûr jî ji bo Rojava Kurdistanê diyar kir li pênavê gihiştin bi çareseriyeke guncayî ji bo rewşa wê parçeya welat.

NÊÇÎRVAN BARZANÎ HELWESTA XWE LI DERBARA HÊZÊN EMERÎKAYÊ RAGIHAND

Pustên heman beş