Di erdheja şeva derbas bûyî de ku li Bakurê Kurdistanê rûdaye, 20 kesan canê xwe ji dest da û her wiha nêzî hizar kesên din birîndar bûn.
Şeva derbasbûyî pêtir ji 20 caran erdhej li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê çêbûn, ev erdhej bi kûratiya 10 km li jêr erd bû û navenda wê bajarê Xarpitê yê Bakurê Kurdistanê bû.
Li gor pêzanînên navendên seqanasiyê û erdhejan, erdheja yekem bi dijwariya 6.8 pileyên pîvera Rêxterê bû ku ew jî dijwartirîn erdhej bû ji nava wan erdhejên rûdayn, hem wext erdheja di rêzbendiya 10 ê jî de bi dijwariya 5.4 pileyên Rêxterê bû û li piranîya bajarên Bakurê Kurdistanê hest pê hate kirin.
Li gor amarên destpêkê, heta niha li bajarên Xarpêtê û Meletiyê, 20 kesan canê xwe ji dest dane û bi sedan jî birîndar bûne, her wiha hinek ji xanî û avahiyan heriftine.
Bi dehan ambulans bo ciyê erdhejê hatine şandin û tîmên hawar hatinê jî mijûlî lêgerîna di nava avahiyên heriftî de ne.
Li Rojava Kurdistanê jî, li tevahiya herêmên Efrînê, Kobanî û Qamişlo jî hest bi erd hejî hate kirin, her wiha li çendîn bajarê Başûrê Kurdistanê jî.