QASIM SULEYMANÎ DU ÇALAKVANÊN KURD BI GIRTIN DIDE

QASIM SULEYMANÎ DU ÇALAKVANÊN KURD BI GIRTIN DIDE

Li Rojhilatê Kurdistanê du çalakvananên medyayî jiber bikar neanîna peyva şehîd ji bo Qasim Suleymanî  tên desteserkirin

Wehîd Fetahî, yek ji rêveberên kenalek tîlîgramî li bajarê Pawe li Rojhilatê Kurdistanê bi tuhmeta bikar neanîna peyva “şehîd” ji bo Qasim Suleymanî di nivîsanên xwe de ku li kanala xwe ya tîlîgramê de nivîsand bû, ji aliyê saziya Îtîlaata supayê Îranê ve hat desteserkirin.

Fetahî dibe duyemîn çalakvanê medyayî li bajarê Kirmaşanê ku bi vê tuhmetê tê desteserkirin, pêş niha Mizefer Welîdbêgî jî li vî bajarî bi vê tuhmetê çendîn rojan hatbû desteserkirin.

Rêkxirawa Hengaw ji bo mafên mirovan roja şemî 25/1/2020an hevdem digel belavkirina nûçeyê desteserkirina Wehîd Fetahî ragihand ku yek ji çalakvanên medyayî xelkê Pawe bi sedema bikar neanîna peyva “şehîd” ji bo Qasim Suleymanî, ji aliyê saziyên ewlehî yên vî bajarî ve hatiye desteserkirin.

Hengawê ev yek jî ragihand ku hêzên ewlehiya Îranê li Pawe pêş niha Mizefer Welîdbêgî yek ji medyakarên vî bajarî û rêveberê kanalê tîlîgramî yê bi navê “Dengî Noryaw” jî bi heman tuhmetê hatiye desteserkirin. Welîdbêgî du rojan paş desteserkirinê di demekê de ku bi tundî ji aliyê hêzên emnî yên Îranê ve di girtîgehê de hatbû îşkencedan, azad bû.

Di yasayên Komara Îslamî ya Îranê de tu sizayek sebaret bikar neanîna peyva “şehîd” nîne, lê belê di dema du hefteyên rabûrî de ji bilî bajarê Pawe, hinek nûçe sebaret desteserkirina hinek kesan bi taybetî rêveberên kanalên tîlîgramî yan jî çalakvanên sosyal medyayê li çendîn bajarên Îranê jiber bikar neanîna peyva şehîd ji bo Qasim Suleymanî, hatin belavkirin.

Pustên heman beş