ELMANYAYÊ PÊŞMERGE LI ŞÛNA ARTEŞA ÎRAQÊ HILBIJART

ELMANYAYÊ PÊŞMERGE LI ŞÛNA ARTEŞA ÎRAQÊ HILBIJART

Arteşa Elmanyayê karên xwe yên meşqa hêzên Pêşmerge careke din dest pê kirin û li serbazgeheke nêzî Hewlêra paytexta Herêma Başûr, ev meşq berdewam dike.

Piştî ku li dema 3 hefteyên rabûrî, arteşa Elmanyayê bernameya xwe ya meşqa hêzên Pêşmergeyê Başûrê Kurdistanê bi awayeke demkî sekinandî, îro careke din karên meşqê li serbazgeheka nêzî bajarê Hewlêrê yê paytexta Herêma Başûrê Kurdistanê dest pê kirin.

Li gor ajansa nûçeyên Elmanyayê, arteşa wî wilatî li Hewlêrê dest bi meşqa hêzê Pêşmerge kiriye, lê belê karên meşqê li naverasta Îraqê hatine sekinandin.

Wilatê Elmanyayê di çarçûveya Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞ’ê de, hevkariyên leşkirî ji bo Herêma Başûrê Kurdistanê dabîn kirine û meşq bi hêzên Pêşmerge kirîne, hem wext hejmareke şîretkarên serbazî şandine Herêma Başûr.

Çeka bi navê “Mîlano” jî bi Pêşmerge daye ku di cenga dijî terorê da navudengiya vî çekî di şikandina erebeyên mayînkirî de gelek belave bû.

Elmanyayê nêzî 300 serbaz û şîretkaran li bingeheka nêzî Bexda ya paytexta Îraqê û her wiha li bingeheka nêzî Hewlêra paytexta Herêma Başûrê Kurdistanê hene.

Pustên heman beş