BALEFIRÊN TIRKIYÊ PKKE LI NÊZÎ DÎNARTÊ BORDOMAN KIR

BALEFIRÊN TIRKIYÊ PKKE LI NÊZÎ DÎNARTÊ BORDOMAN KIR

Balefirên ceng yên arteşa Tirkiyê îro livînên Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê li nêzî bajarokê Dînartê yê Herêma Başûrê Kurdistanê bordoman kirin.

Li gor çavkaniyên Darka Mazî, îro roja yekşemî 26/1/2020 ê balefirên ceng yên arteşa Tirkiyê çendîn caran li pey hev gundên Cem Şirtê, Siranî û Babulê yên girêday bajarokê Dînartê ser bi qezaya Akrê ve li Herêma Başûrê Kurdistanê bordoman kirin.

Çavkaniyan dest nîşan kirin, balefiran 6 caran bordoman kiriye, lê tu pêzanîn li ser hebûna zirarên canî di nava rêzên PKK’ê de nehatine.

Xelkê navçeyê ji bilî ku nerihetî û tiris ji sedema bordomanê li cem wan çêbûye, ew dixwazin PKK’e ji navçeyên wan dûr bikeve ji bo ku gundên wan nebine armanca balefirên Tirkiyê.

Pustên heman beş