Piştî erdheja navenda wê Xarpitê ya navçeya Elezîzê ya ku lerza wê 6.8 bû li herêmê xebatên lêgerîn û xilas kirinê bê navber dewam dikin.
Erdheja lerza wê 6,8 bû roja înê di saet 20.55an da çêbû û ji ser erdhejê ra 65 saet derbas bûn.
Di erdhejê da 2 kes ji ber qeyrana dil mirin, li Elezîzê 35 kes, li Doganyola navçeya Meletiyê 4 kes, tevahî 41 kes mirin.
Piştî xebatên lêgerîn û xilaskirinê 45 kes ji binê kavilan sax hatin xelaskirin.
Tîmên AFAD û UMKEyê di serî da tîmên lêgerîn û xilaskirinê li taxa Sursuruyê ya navendê di avahiyê ku hilweşiyabû da xebatan didomînin.
Kuçikên hatine perwerde kirin di xebatan da têne bikaranîn.