Wezareta saxlemiya Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê li derbara belav bûna vayrosa Koronayê ragihandinek belav kir û têde dil rihetiyê dide wilatiyan ku tu haletên vê vayrosê li Herêma Kurdistanê nînin, eşkere jî kir, nûçeyên behsa belav bûna vê nexweşuyê li Herêmê dikin dûrî rastiyê ne û tu binemayek ji bo nîne.
Ev jî tekista ragihandina wezareta Saxlemiyê ye:
Wezareta Saxlemiya hikumeta Herêma Kurdistanê bo raya giştî û dezgehên medyayî radigihîne, ku tu haleteke nexweşiya Vayrosa Korona ya Nû (nCoV-2019) li Herêma Kurdistanê nîne û nehatiye tomar kirin.
Cihê daxê ye di çend malper û mêdyayan de, bê tu çavkanî û bê tu binema nûçeya hebûna evê nexweşuyê belav kirine.
Li vir, em wilatiyên hêja dil tena dikin ku dezgehên Saxlemiyê gelek bi hûr û berdewam çavdêriya rewşa evê nexweşiyê dikin bi hemahengî li gel aliyên peywendîdarên nêvdewletî û rêkarên pêwîst digirin ber bo rêgirtinê ji evê nexweşiyê.
Her wiha radigihînîn ku ji bilî Wezareta Saxlemiyê û Rêxistina Saxlemiyê ya Cîhanî (WHO) li ser asta cîhanî, tu aliyeke din bi çavkaniyên belav bûna evan nûçeyan nahên zanî.
Wezareta Saxlemiyê
Hikumeta Herêma Kurdistanê
27/1/2020