AMERÎKA WÊ SÊ BINGEHÊN SERBAZÎ LI HERÊMA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DIRIST BIKE

AMERÎKA WÊ SÊ BINGEHÊN SERBAZÎ LI HERÊMA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DIRIST BIKE

Pêgeha Braking Defense ya Amerîkî ji zardevê çav kaniyeke Îsraîlî ku nexwest navê wî were eşkere kirin veguhast, Amerîka mijûlî dirist kirina sê bingehên serbaziye li Bakurê Îraqê.

Li gor wê çavkaniyê berevajî daxuyaniyên Donald Trump, serokê Amerîka ku weha diyar dike wê hêzên xwe li navçeyê vekşîne, Amerîka mijolî dirist kirina sê bingehên serbaziye li Bakurê Îraqê li nêzî sînorê Îranê û ew weha hatîne dirist kirin ku  bi nîv heta hetayî tên dîtin.

Vê çavkaniyê amaje bi vê yekê kiriye ku berpirsên emerîkayê gihane wê bawerê Vekşîna hêzên wan li Îraqê wê hejmûn û desthilata biryar bi destên emerîkayê û hêzên serbazî yên wî wilatî kêm bike û li himber vê yekê hewlên lezgîn yên Rûsyayê ji bo dest danîn li ser navçeyê birêve diçin.

Ev çavkaniya Îsraîlî berdewam dike û dibêje, berevajî wan daxwazyên li Îraqê peyda bûy ji bo derkirina hêzên Amerîka, hêzên Amerîka hewlên xwe ji bo zêdetir kirina pêgehên serbazî yên xwe li Îraqê çirr tir kirîne.

Pustên heman beş