RÛSYAYÊ BOGDANOV JI BO KÎJAN DOSIYÊ ŞANDIYE BAŞÛRÊ KURDISTANÊ
CÎGIRÊ WEZÎRÊ KARÊN DERVE YÊ RÛSYAYÊ SERDANA HEWLÊRÊ KIR
Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Mîxaîl Bogdanov kir
Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li Nûnerê Taybet ê Serokê Federasyona Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Afrîqayê û Cîgirê Wezîrê Karê Derve Mîxaîl Bogdanov kir.
Li gorî daxuyaniya Nivîsgeha Serokatiya Herêma Başûrê Kurdistanê Barzanî li qesra serokatiyê pêşwazî li Bogdanov, nûnerên Gazproma Rûsî û hejmarek dîplomat ên pê re kir.
Hat ragihandin ku Barzanî û Bogdanov tekezî li yekê kirin ku pêdivê Iraq ji bo aliyên herêmî û navdewletî nebe qada pevçûnan û derbarê pêngavên ji bo kêm kirina aloziyê axivîn.
Di civîna ji çapemeniyê re girtî de Nêçîrvan Barzanî û rayedarê Rûsî mijarên weke li Iraqê hewlên cîgir kirina serokwezîrê nû, xwepêşandanên dijî hikûmetê, pirsgirêkên di navbera Hewlêrê û Bexdayê de digel hevkariya di navbera artêşa Iraqê û Pêşmerge de hatin gotûbêj kirin.
Barzanî û Bogdanov herwiha li ser mijarên weke rewşa Sûriyeyê, rola Rûsyayê li wêderê, pirsa Kurdî li Sûriyeyê û siberoja Kurdên li wî welatî axivîn.