EREBEYEKA MAYÎNKIRÎ LI GIRÊ SIPIYÊ TEQÎ

EREBEYEKA MAYÎNKIRÎ LI GIRÊ SIPIYÊ TEQÎ

Erebeyeka mayînkirî îro li bajarokê Girê Sipiyê yê Rojhilatê Firatê teqî, 6 kes hatin kuştin û birîndar kirin.

Li gor çavkaniyên Darka Mazî, îro roja pêncşemî 30/1/2020 ê erebeyeka mayînkirî li navenda bajarokê Girê Sipî yê Rojhilatê Firatê teqî û bi wê sedemê 2 kesan canê xwe winda kir û 4 kesên din jî birîndar ketin.

Arteşa Tirkiyê û hêzên girêday wê eşkere kirine ku erebeya mayînkirî li navenda gomirkên bajarokê Girê Sipiyê hatiye teqandin û yekîneyên parastina gel YPGê bi wê teqînê sûçbar kirine.

Her wiha dest nîşan kir, YPGê di xwest hêzên girêdayê Tirkiyê bike armanc, lê belê ji ber ku teqînê zirar bi xelkê sivîl xistine, YPGê berpirsiyariya xwe ji teqînê hilnegirtiye.

Navenda medyaya YPGê û HSDê heya niha tu ragihandin û daxweyanî li derbara wê teqînê belav nekirine.

Arteşa Tirkiyê li sala rabûrî êrîşa dagîrkariyê li ser Rojava Kurdistanê pêkanî bû û bajarokê Girê Sipiyê û hejmareke navçeyên din yên Rojhilatê Firatê weke Herêma Aram bi nav kirine, niha jî arteşa Tirkiyê û mîlîtanên girêday wê têde cî digirin.

Pustên heman beş