50 KOLBER LI ROJHILATÊ KURDISTANÊ DINAV BERF Û MIJ Û MORANÊ DE WINDANE

50 KOLBER LI ROJHILATÊ KURDISTANÊ DINAV BERF Û MIJ Û MORANÊ DE WINDANE

Nêzî 50 kolberên kurd li rojhilatê kurdistanê ku di şeva rabûrî de dinav berf û mij û moranê de winda bûbûn, îro paş nîvrojê hatîne dîtin û niha hewl ji bo rizgar kirina wan tê dayîn.

Li gorey zanyariyên pêgeha Darka Mazî ku li hinek çavkaniyên xwe li rojhilatê kurdistanê bi dest xistine ew kolberên kurd duh roja Eynî li demjimêr 14:30 bi dema Hewlêrê li navçeyên sînorî yên bajarê Seqizê beref sînorê Pêncuwîn ê Başûrê Kurdistanî bi rê ketîne.

Kolberan duh şev peywendî bi malbatên xwe kirîne û jêre ragihandiye ku ew di nava berf û mij û moranê de mane daxwaza alîkariyê kiriye, piştî vê yekê hemû peywendiyên wan digel malbatên wan qut bûne.

Hat zanîn ku li wan navçeyên Kolber têde asê may hêla telefonê nîne û wan bi rêya amorên bêtel peywendî bi malbatên xwe kiriye, nihajî bi rêya bêtelê rêya derbas bûn ji wê navçeyê ji wan re tê nîşandan.

Heya niha tu zanyarîyeke pişt rast kirî li ser rewşa saxlemiya hemû kolberan nîne û ji bo rizgarkirina wan heyva sor a Seqizê jî di xebatên berdewamdaye.

Pustên heman beş